Rêdûr Xelîl: Dewleta Tirk 37 caran agirbest binpê kir

Berpirsyarê Têkiliyên Giştî yê QSD’ê Rêdûr Xelîl ji ajansa me re diyar kir ku ji 18’ê mehê heya niha dewleta Tirk bi dehan car hem bi êrîşên hewayî hem jî bi êrîşên bejahî, agirbest binpê kiriye.

Xelîl got ku bi awayî derketiye holê ku dewleta Tirk girêdayî agirbestê nemaye û êrîşên xwe yên dagirkeriyê li hember Bakûr û Rojhilatê Suriyê berdewam kiriye.

Redûr Xelîl derbarê êrîşên dewleta Tirk ên ku pê agirbest hatiye binpêkirin de li gorî rojan ev dane parvekir.

Li gor van daneyan dewleta Tirk ji roja 18’ê mehê heya niha 10 caran bi êrîşên hewawî 27 caran jî bi êrîşên bejahî bi giştî 37 caran agirbest binpêkir.

Êrîşên ku ji aliyê hêzên dagirker a dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye pêşxistin;

Roja 18 cotmehê 2019

Êrîşên Bejahî: 7

Êrîşên Hawayî: 5

Êrîşên Topbaranê: 4

Şehîdên QSD’ê: 9

Birîndarên QSD’ê: 41

19‘ê Cotmeha 2019

Êrîşên Bejahî: 3

Êrîşên Hawayî: 2

Êrîşên Topbaranê: 3

Şehîdên QSD’ê: 17

Bırîndarên QSD’ê: 25

20‘ê Cotmeha 2019

Êrîşên Bejahî: 2

Êrîşên Hawayî: 1

Êrîşên Topbaranê: 4

Şehîdên QSD’ê: 16

Bırîndarên QSD’ê: 3

21‘ Cotmeha 2019

Êrîşên Bejahî: 1

Êrîşên Hawayî 2

Êrîşên Topbaranê: 3

Şehîdên QSD’ê: 15

Birîndarên QSD’ê: 21


Mijarên Din