Rêdûr Xelîl: Hêzên me wê ji navbera Girê Spî û Serêkaniyê vekişin

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD'ê Rêdûr Xelîl got, li gorî peymana agirbestê wê hêzê wan ji hemû deverên ku hatine diyarkirin vekişin, lê divê komîteyeke Amerîkî jî, ji bo ku hêza garangor ew in, binpêkirina agirbestê ya dewleta Tirk bişopîne.

Rêdûr Xelîl got ji bo ku êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wan ên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê bi temamî rawestin, ew li gorî agirbesta di navbera dewleta Tirk û DYA'yê de diçin, lê dewleta Tirk agirbestê binpê dike û êrîşên xwe didomîne.

Xelîl got li gorî agirbestê ew ê hêzên xwe yên di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de heta bi rêya M4 bikişînin û bi vî rengî ji bo ku agirbest mayinde bibe berpirsyariya ku dikeve ser wan bi cih bînin.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din