Rehma El-Laweş 35 sal in masiyan digire

Ji beriya 35 salan ve, Rehma her berbangê hişyar dibe û berê xwe dide gola gund da ku masiyan bigire. Rehma bi girtina masiyan debara xwe dike.

Rehma El-Laweş (50) ji gundê Kesrat ê 41 km li başûr rojhilatê Minbicê ye û dayika 10 zarokan e. Rehma li kêleka erkên xwe yên malê rojane berê xwe dide gola avê da ku masiyan bigire. Ne tenê Rehma vî karî dike, lê belê piraniya jinên gundên Minbicê debara xwe bi girtina masiyan dikin.

Rehma El-Laweş xwedî keştiyeke biçûk e û toreke girtina masiyan a bi dirêjahiya 70 metreyî ye. Rehma carcaran bi zarokên xwe re û carna jî bi tenê bi keştiya xwe di gola avê de li masiyan digere.

Rehma her roj ji saet 5`ê berbangê de heta saet 8`ê sibehê masiyan digire û di saet 4 an 6`ê êvarê de tora xwe ya masiyan dirêj dike da ku di sibeha roja din de masiyên bi ber torê ketine, kom bike, ji ber ku herî zêde  masî di saetên êvarê de tên girtin.

Wekî her karekî, zehmetiyên girtina masiyan jî hene. Nexasim di demsala zivistanê de, dema rabûna ba û pêlên golê de ev zehmetî zêdetir dibin.

Rehma dibêje ku tevî zehmetî û xeteriya golê jî, lê belê ew dev ji çavkaniya debara xwe bernade û rojane girêdana wê bi vê karî re zêdetir dibe.

Rehma, Rojane ji 5 heta 10 kg masî digire û her kîloyekî bi 600 lîreyên Sûriyê difiroşe bazirganên masiyan. Rehma dibêje li hemberî keda wê, ev nirx pir kêm e.

JI BER QANÛNÊN ÇETEYAN, NEÇAR MA DEV JI KARÊ XWE BERDE

Di dema serweriya çeteyên DAIŞ`ê li gund, Rehma ji ber qanûnên ku li ser jinan hatibûn ferzkirin wekî lixwekirina cilên îslamî, zehmetî di karê xwe de dîtiye.

Dema ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bajar ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, Rehma tevî malbata xwe koçberî gundên rizgarkirî bûye û piştî ku vegeriyaye mala xwe keştiyeke nû bi 160 hezar lîreyên Sûriyê kiriye, ji ber ku keştiya w ya kevin noqî avê bûye. 

Rehma bi karê xwe yê girtina masiyan serbilind e û dibêje: "Bi vê karê ez destê xwe dirêjî kesî nakim. Nexasim ku hevserê min temenmezin e û nikare bixebite. Ez bi xwe tora girtina masiyan çêdikim û pêdiviyên mala xwe û zarokên xwe peyda dikim."

Rehma diyar dike ku ne tenê ew vî karî dike, lê belê piraniya jinên gund masiyan digirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din