Rejîmê 24 xebatkarên nexweşxaneya Xalid Fecir ji kar sekinand

Gerînendeya Tenduristiyê ya bajarê Helebê bi biryara ji Şamê 24 bijîşk ji nexweşxaneya Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê ji kar sekinand. Şêniyan der barê vê biryarê de nerazîbûnê xwe nîşan dan û xwestin bijîşk vegerin karê xwe.

Wezareta Tenduristiyê ya rejîma Sûriyê 24 bijîşk ji nexweşxaneya Xalid Fecir ji kar sekinand. Wezaretê 3 bijîşk bi hinceta  beşdarî çalakiyên li dijî dewleta Sûriyê bûne û ji ber di nexweşxaneyên meydanî yên li taxa Şêxmeqsûdê de kar kirine, rapor di derheqê wan de rakirin.

Di Nexweşxaneya Xalid El-Fecir li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê ye. Mehane derdora 5 hezar nexweşên ji taxê û koçberên ji ber topbarana hêzên Rejîmê û çeteyên artêşa Tirk ji herêmên xwe reviyane û li taxê bicihbûne, têne dermankirin.

Ji Kanûna derbasbûyî ve heta niha gelek bijîşk ji nexweşxaneya Xalid Fecir hatine sekinandin, "1 beşa hundirîn, 1 beşa singê, 1 beşa eşia, 3 bijîşkên diranan, 2 bijîşkên beşa dil, 2 jî beşa nijterkariya hestiyan, 1 beşa nijterkariya mîzê, beşa 2 nijterkariya guhan, 1 beşa çerm, 2 beşa çav, 1 beşa esebiyê, 2 beşa nijterkariya giştî û 2 bijîşkên benckirinê" ne. 

Di vê mijarê de ji rêveberên Nexweşxaneya Xalid Fecir, Welat Mamo ji ajansa me ANHA‘yê re wiha axivî: "Beriya niha ev nexweşxane navendeke biçûk a tenduristiyê bû û bi derfetên kêm nexweşên ji taxên "Bustan Paşa, Beyidîn, Hulok, Eşrefiyê, Benî Zeyd û çend herêmên din derman dikir."

Mamo diyar kir ku di rojên dawîn de nexweşxane hate berfirehkirin, hemû beş û xebatkarên tenduristiyê li taxê û derveyî taxê li nexweşxaneyê hatin aktîvkirin. Mamo di berdewamiya gotina xwe de wiha anî ziman: "Bijîşkên bi buhayên kêm alîkariya şêniyên dikin. Mehane 50 emeliyatên jinan û emeliyatên din li nexweşxaneyê têne çêkirin. Ji beriya 3 mehan ve ji ber zordariya Wezareta Tenduristiyê ya rejîmê 24 bijîşk ji taxên bajarê Helebê bi biryara hikûmeta Sûriyê ji karê hatin sekinandin. Derheqê 3 bijîşkan de rapor hatin nivîsandin. Her kes dizane ku karê tenduristiyê karekî mirovî ye û armanca bijîşkan alîkariya şêniyan e. Lê mixabin ku navê terorîstan li kesên ku gel û zarokên welatên xwe derman bikin werin kirin. Lewma ev kiryarekî ne li gorî exlaqê civaka sûrî ye. Ev raporên derheqê bijîşkan de hatine nivîsandin ne ji exlaqê tenduristiyê ne û tirsê dixe nava bijîşkan de."

Mamo destnîşan kir ku di nexweşxaneyê de kadroyên tenduristiyê kêm in û ji ber vê yekê jî zehmetiyan dikişînin her wiha bandoreke neyinî li tenduristiya jin û zarokên ku li gel bijîşkên hatine sekinandin dihatin dermankirin, dike. Mamo destnîşan kir ku şênî xizan in nikarin herin nexweşxaneyên derveyî taxê werin dermankirin.

Ji rêveberê nexweşxaneya Xalid Fecir, Welat Mamo banga paşdekişandina biryara sekinandina bijîşkan kir û got: "Pêwîstiya bi hezaran şêniyên taxê bi dermankirinê hene."

Hemşîreya bi navê Newroz Feqî jî wiha anî ziman: "Beriya niha hejmara xebatkarên di nexweşxaneyê de dixebitîn baş bû. Lê niha em zehmetiya kêmbûna bijîşkan dikişînin. Em bang dikin ku hemû bijîşk vegrin karê xwe. Ji ber nexweş zêdetir dibin. Em karekî mirovî dikin , tu têkiliyên me bi siyasetê re tune ye."

Welatiya bi navê Lemya Cemîl Ebdo ku nexweşiya dil pêre heye û li nexweşxaneya Xalid Fecir tê dermankirin wiha got: "Di salên 80`yî de min emeliyata dil çêkir û niha bijîşkên pisporê jişterkariya dil tune ne. Lewma pêwîstiya me bi bijîşkan heye. Hem jî ez nikarim herim nexweşxaneyên derveyî taxê. Ji ber buhayê çûnê û hatinê zêde ye û nexweşxaneya Xalid rewşa me di ber çavan re derbas dike û bi pereyên kêm ji me digre.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din