Rejîm gundewarên Idlib û Hemayê bi dijwarî bombeberdûman dike

Balafirên rejîma Sûriyeyê herêmên gundewarên Hema û Idlibê bomebaran dike, tê gotin hejmarek sivîlan jiyana xwe jidest dan.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku balafirên rejîma Sûriyeyê danê ber êvarî  bajarê Cisir El-Şixûr ê gundewarê rojavayê parêzgeha Idlibê bombebaran kir, ji ber bombebaranê 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û kêmanî 15 birîndar bûn, rewşa hin birîndaran giran e.

Hate ragihandin ku balafirên rejîmê 50 carî gundên Qesabiyê yê bakurê başûrê Idlibê û gundê Qilêdîn ê rojavayê Hemayê bomberdûman kirin.

Li Idlibê jî, balafirên rejîmê bombe li bajarê Xan Şêxûn û bajarokê Hîş barandin, bi vê yekê hejmara bermîlên teqemeniyê ji sibeha heta niha li gundewarên Hema, Idlibê û çiyayê beravê gihatşin 112‘an.


Mijarên Din