Rejîm hewl dide li bejahiyên Heleb bi pêş de biçe

Di navbera hêzên rejîm û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li bejahiyên Helebê de bi hewldana bi pêşdeçûna li herêmê şerê dijwar berdewam e, di heman demê de karwaneke leşkerî ya nû ya hêzên dewleta Tirk a dagirker îro derbasî bejahiyên Heleb û Idlibê bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) ragihand ku li derdora Şêx Eqîl a beşa bakurê bejahiyê Helebê di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker şerê dijwar rû didin.

Tevî şer, topbaranên dijwar ên ji hêla rejîmê ve li dijî nuqteyên çeteyan pêk tên û li aliyekî din jî balafirên şer ên Rûsyayê ji şevê berê heta vê kêliyê de derdora Atarib, Tuqad, Cemîyet Selom, Cemîyet Rehal, Sehara û derdora Foca 111 ên bejahiyên rojavayê Helebê, bombebaran dikin.

Girêdayî mijarê, SOHR wiha got: "Amadekariyên leşkerî yên nû yên dewleta Tirk a dagirker gihiştin xaka Sûriyê û ji 50 alavên leşkerî pêk tên."

Hêzên rejîmê şeva berê bajarokê Orm El-Kubra û Cemîyet Ridwan ên bejahiyên rojavayê Helebê serwer kirin.

Di navbera rejîmê bi piştevaniya Rûsya û dewleta Tirk û çeteyan de şerê dijwar didome, her wiha duh helîkoptera  rejîmê ya duyemîn hat rûxandin.

Navenda Lihevanîn a di navbera aliyên şerker li Sûriyê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh diyar kir ku agahiyên dewleta Tirk ên der barê windahiyên hêzên rejîma Sûriyê li bajarê Idlibê de dûrî rastiyê ne.

 )fr)


Mijarên Din