Rejîm li bejahiya Hemayê hêza xwe zêde dike

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê tekez kir ku hêzeke mezin gihaşt hêzên rejîmê yên li bejahiya bakurê Hemayê, di demekê de ku rejîm niyet dike ku êrîşî komên çete bike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku ji ber topbarana çeteyên Tirkiyê li ser gundên girêdayî navçeya Corîn a di bin serweriya hêzên rejîmê de, herêmên Kela Mîrza, Naûra, bajarokê Corîn, Eyn Selîmo û Rîhaniyê ku rejîmê ji xwe re wek cihê avêtina topan ber bi Sehil El-Xab a gundewarên Hemayê ve bi kar tîne, şênî koçî gundên derdora wê dikin.

Navendê diyar kir ku duh sibehê komên çeteyan derdora 200 top û roket avêtin gundên ku hêzên rejîmê li derdora bajarokê Corîn û gundên wê ye, di encamê de jinek birîndar bû.

Her wiha navendê diyar kir ku hêzeke leşkerî ya mezin gihaşt hêzên rejîmê yên li herêma Ebo Ubêda ku bi navê El-Şilyût tê naskirin, di demekê de ku agahiyên ku dê dest bi operasyoneke leşkerî ber bi cihên komên çete yên li bejahiya bakurê Hemayê ve bike.

Li herêma qaşo bêçek ji 30`ê Nîsana çûyî heta niha hejmara qurbaniyan bilind dibe ku heta niha gihaşt 824 sivîlan ku di êrîşên balafirên rejîm û Rûsyayê û bombebarana komên çete yên Tirkiyê de hatine kuştin.

(jo)

 


Mijarên Din