Rejîm li bejahiya Hemayê pêşde diçe û Çiyayê El-Ekrad bombebaran kir

Hêzên Rejîma Sûriyê 4 gundên li bejahiya Hemayê di nav herêmên qaşo bê çek de kontrol kirin, her wiha hêzê di 24 saetên dawî de bi topavêj û bermîlên teqemeniyê Cebel El-Ekrad li bejahiya Laziqiyê bombebaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku eniyên li Cebel El-Ekrad li bejahiya bakurê Lazqiyê û qaşo di nav herêmên bê çek de ye, rastî bombebarana esmanî û bejahî dijwar û heta niha bi dehan bermîlên teqemeniyê û topavêjan hatin.

Balafirên Sukhoi yên rejîmê îro sibehê eniya Kebanê bombebaran kir, di demeke ku helîkobterê bermîlên teqemeniyê li heman eniyê dibarandin.

Çavdêriya Sûriyê kesên ku di encama bombebaran û şerê dijwar di encama êrîşên hêzên Rejîmê li ser cihên komên çete yên girêdayî Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dan belge kirin. Di 24 saetên dawî de hejmara kuştiyan li bejahiya bakurê Laziqiyê herî kêm gihîşt 16 kesan, her wiha hejmara kuştiyên çeteyan jî gihîşt 19 çeteyan.

Çavdêriya Sûriyê Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di şerekî giran li eniyên Çiyayê Şehşibo di navbera hêzên rejîmê li aliyekî û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li aliyekî rû didin. Di encama êrîşa hêzên rejîmê şerekî giran li Heriş El-Kirkat rû dide, her wiha hêzên rejîmê pêşe de çû û El-Cabiriyê, Til Hewaş, El-Tubê, Şêx Idrîs û Çiyayê Şehşibo kontrol kir.

 Bi vê yekê dibe 13 herêmên ku di çend rojan de kontrol kirine di nav Sehil El-Xab, Çiyayê Şehşibo li bejahiya El-Hemûyî ew jî ( kela El-Medîq, Kirkat, Tiwênê, Kefirnebûdê, Banê, Til Osman, Musterîha,Şerîa, Bab El-Taqa, El-Cabiriyê, Til Hewaş, Tobê û Şêx Idrîs ).

(jo)


Mijarên Din