Rejîm li derdora Maret El-Nûman bi pêş ve diçe

Hemwextî şerê dijwar ê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên dewleta Tirk de li derdora bajarokê Maret El-Nûman, hêzên rejîma Sûriyê bajarokê Kefer Rûme bi dest xist.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku hêzên rejîmê li derdora bajarokê Maret El-Nûman li dijî çeteyên Tirkiyê pêşketinên nû pêk anîn.

Hêzên rejîmê bajarokê Kefer Rûme yê nêzî Maret El-Nûman ku deriyê rojhilatê yê çiyayê El-Zewiye ye, bi dest xist. Bidestxistina bajarok piştî êrişên bi destekdayîna bi sedan êrişên bejahî û asîmanî, pêk hat. Bi pêşketina dawî ya hêzên rejîmê li derdora bajarê Maret El-Nûman re, rejîmê bi vê yekê bajar kir dorpêçê.

Li aliyekî din şerê bi çeteyan re li sînorên rojhilat û başûrê bajêr dewam dike. Bi vê yekê tenê li pêşiya rejîmê girekî ku xwe digihîne bajarê Maret El-Nûman û Kefer Rûme, dimîne.

Eger hêzên rejîmê bajar bi dest xist dê ji bilî rêyeke çiyayî ku Maret El-Nûman bi bajarokê El-Bare yê çiyayê El-Zewiye ve girê dide, hemû rêyên digihîjin Maret El-Nûman qut bike.

Hêzên rejîmê şeva înê (24`ê Çile) herêmên Tilnimis, Meirşemşe, Dêr El-Şerqî, Dêr El-Xerbî,  Meir Şemarîn, Merata, El-Xedfê, Meir Şorîn, EL-Zelane, El-Dana, Til El-Şêx, depeyan, Xirbet Mezîn, Meseran, Besîde, Teqane, Babolîn, Kefer Besîn, Meir Hetat, El-Hamîdiyê, Dar El-Selam, El-Salîhiyê û Kefer Rûme bi dest xistin.

Ji destpêka êrişê ve hêzên rejîmê hewl didin ku bajarê Maret El-Nûman ê stratejîk ku rêya M5 tê re derbas dibe, bi dest bixe.

(cx)


Mijarên Din