Rejîm nêzî Maret El-Nûman û rêya navdewletî bûye

Li gorî SANA‘yê hêzên rejîmê vê êvarê pêşketinek nû li gundewarê Idlibê bidest xist û nêzî Meret El-Nûman û rêya navneteweyî bûye.

Ajansa SANA`yê ya girêdayî rejîma Sûriyê ragihandin ku "Yekîneyên artêşa Sûriyê bajarok û gundên Maer Şimarîn, Teqane, û Tilmnes ên li başûr rojhilatê gundewarê Idlibê kontrol kirin û ji terorê paqij kirine. Bi vê yekê pêşketinek nû ber bi bajarê Meret El-Nûman pêk anîn. "

Ji aliyê xwe ve Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got vê êvarê şerên dijwar di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên girêdayên Tirkiyê de li eniyên başûr rojhilatê gundewarê Meret El-Nûman rû didin. Hêzên rejîma Sûriyê hewl dide Meret El-Nûman û rêya navneteweyî Heleb-Şamê kontrol bike.

Navendê wiha domand: "Hêzên rejîma Sûriyê hewl didin ji milê Cercenaz  li rojhilat û aliyê Maer Şorîn li milê başûrê  ber bi bajarokê Tilmensê ve bi pêş keve. Bi vê yekê bi kêmanî 3 km nêzî bajarê Maret El-Nûman û rêya navdewletî ye."

Balafirên şer ên rejîma Sûriyê bombebarana gundewarê Idlib û Helebê didomînin. Her wiha balafirên şer ên Rûsya bajarokê Xedfê û derdora wê yên gundewarê rojhilatê Idlibê bombebaran kir.

(şx)


Mijarên Din