Rejîmê êrîşeke nû bir ser bejahiya Hemayê

Hêzên rejîmê êrîşeke nû bire ser eniyên El-Cibîn û Til Milih ên bejahiya Hemayê ku dikeve nav herêmên bêçek.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku ji vê sibê de, li her du eniyên El-Cibîn û Til Milêh ku li bejahiya bakurê rojavayê Hemayê dikevin,  şerekî dijwar di navbera komên çete û hêzên rejîmê ku piştgiriya xwe ji Rûsyayê digire, rû dide. Ev êrîş jî piştî ku rejîmê nêzî 450 moşekî û top ji bo vegerandina herêmên ku di çend rojên borî de winda kirine, vegerîne, avêtin wan herêman, dest pê kir.

Di heman demê de, balafirên rejîmê yên şer jî zêdetirî 29 êrîş birine ser eniyên şer. Di vê derbarê de Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama êrîşên vê sibehê de 7 çete û 9 leşkerên hêzên rejîmê hatine kuştin.

Her wiha balafirên şer ên girêdayî rejîma Sûriyê vê sibehê nêzî 8 caran êrîşî herêmên bajarokê Kefirzeyta ya girêdayî bakurê Hemayê kiriye, di heman demê de jî balafirên şer ên Rûsya jî 11 êrîş di saetên şevê de û vê sibehê li herêmên bajarokê Keferzeyta û gundê El-Zekat ê girêdayî bakurê Hemê ye, pêk anî.

Têkildarî mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan Sûriyê êrîşên di navbera komên çeteyan û hêzên rejîmê de li eniya El-Qesabiyê ku dikeve gundewarên başûrê Idlibê, şopand.

Li herêmên bejahiya Hemayê di hefteya borî de şerên dijwar di navbera rejîmê û komên çete de çêbûn. Hin caran komên çete bi pêş diketin û hin caran jî rejîma Sûriyê herêmên ku winda kirine, bi dest xistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên rejîmê bi piştgiriya Rûsyayê, di 30`ê Nîsanê de êrîşî komên çete yên Tirkiyê li herêmên qaşo bê çek kir.

(eh/kc)


Mijarên Din