Rejîmê zêdetirî 425 caran Kefernebûdê bombebaran kir

Hêzên rejîma Sûriyê bombebarana li ser herêmên bêçek di roja 27`an de zêde kir. Zêdetirî 425 derbeyên hewayî û bejahî pêk anîn da ku bajarokê Kefernebûde yê bakurê Hemayê dîsa bixe bin serweriya xwe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîma Sûriyê ji saetên şevê ve heta van kêliyan topbarana li ser herêmên bêçek zêde kiriye.

Hêzên rejîma Sûriyê bejahiya bakur û bakurê rojavayê Hemayê, bejahiya başûrê Idlibê, her wiha Cebel Ekrad ê bejahiya bakurê Laziqiye bi zêdetirî 380 moşekan kir hedef. Topbarana herî dijwar li ser bajarokê Kefernebûde yê bakurê Hemayê ku hêzên rejîma Sûriyê hewl didin bi rêya topbarana bejahî û hewayî bixin bin serweriya xwe, hat kirin.

Helîkopteran ji saetên şevê ve bejahiya Idlib û Hemayê bi 39 bermîlên teqemeniyê kir hedef. 13 bermîl li ser Kefernebûde, 10 bermîl li ser Hebît, 8 bermîl li ser Fetîra û 8 li ser Qesabiyê ketin.

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê gelek caran bajarokê Hebît li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir û balafira şer a rejîmê jî herêmên derdora bajarê Xan Şêxûn ê gundewarên başûrê Idlibê bombebaran kir.

Li herêmên qaşo bêçek ji roja kûrbûna nakokiyên di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de ji bo berjewendiyên xwe li herêmê, şer dewam dike.

(bx)


Mijarên Din