​​​​​​​Rejîma Îranê careke din bombe li gundekî Çomanê berand

Rejîma Îranê bi balafirên bêmirov û biçek  gundê Werdê yê ser bi bajaroka Çomanê ve bombebaran kir û ziyanek mezin gihişt bexçeyên welatiyan.

Li gorî Rojnewsʹê, artêşa rejîma Îranê bi balafirên bêmirov gund Werdê yê ser bi bajarokê Çomanê ve bombebaran kir ku kêmî kilometreyekê ji navenda Çomanê dûr e.

Hate ragihandin ku ji ber bombebaranê gund hate valekirin û welatiyên gund ber bi bajarokê Çoman ve çûne.

Hêjayî gotinê ye ku rejîma Îranê 9 rojin herêmên Biradost û Balekayetî yên Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran topbaran dike. Li gorî bîlançoya dawî, di encama êrişan de 13 kesan jiyana xwe ji dest da ku yek ji wan jineke ducanî bû. Her wiha piraniya wan sivîl 58 kes jî birîndar bûn.


Mijarên Din