'Rejîma Îranê dibêje qey dê bi girtinê bikare dengê jinan qut bike’

Endama rêveber a Komîteya Zimanê Kurdî ya Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê Hemrîn Hisên got  "Rejîma Îranê perwerdeya bi zimanê kurdî ya ji aliyê mamoste Zara Mihemedî ve sûc dibîne, dixwaze bi girtinan dengê jinên ku banga mafên xwe dikin, qut bike.”

Rejîma Îranê li dijî gelê Kurd siyasetên çewisandinê dimeşîne, kiryarên dermirovî li dijî muxalif, siyasetmedar, hiqûqnas û mamosteyên zimanê kurdî didomîne û her cure îşkenceyê li girtiyan dike.

Her wiha nahêle ku girtî bi xwe parêzerên xwe diyar bikin, lîsteyeke navên parêzerên girêdayî xwe pêşkêşî wan dike da ku yekî ji wan hilbijêrin. Her wiha serdana malbatan a ji bo girtiyan qedexe dike.

Mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî bi tawana komeke li dijî ewlehiya neteweyî ya Îranê ava kiriye û dersên zimanê kurdî dide, girtin. Dadgehê di 14'ê Tîrmehê de 10 sal cezayê girtîgehê li mamoste Zara Mihemedî birî.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Komîteya Zimanê Kurdî ya Rêveberiya Dibistanên Kantona Hesekê Hemrîn Hisên ji ANHA'yê re diyar kir ku mamoste Zara Mihemedî ji ber ku dersên zimanê kurdî dida xwendekaran, hate girtin, rejîma Îranê perwerdedayîna bi zimanê kurdî wek sûcekî dibîne.

Hemrîn destnîşan kir ku mafê her kesekî ye bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne, binivîse û perwerde bibe û got: "Beriya niha desthilata Îranê mamoste Zara 7 mehan girtibû û  bi şertê ku perwerdeya bi zimanê kurdî nede, hate berdan. Malbata wê jî li beramberî berdana wê pere dabû rejîmê."

Hemrîn di berdewama axaftina xwe debal kişand ser girtina Zeyneb Celaliyan û ev tişt bi bîr xist: "Desthilata Îranê siyasetmedar Zeyneb Celaliyan girt û cezayê heta hetayê lê birî. Her wiha serdana malbatê qedexe kir û ji mafê wê bê par hişt. Desthilata Îranê dibêje ku ew kes li ser ewlehiya wî xeternak in."

Hemrîn axaftina xwe wiha domand: “Armanca rejîma Îranê ji van binpêkirinan, nasname û zimanê Kurdî biçewisîne. Ji ber ditirse ku dewletek an jî tevgerke Kurdî mîna şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi serkêşiya jinan ava bibe, ji ber wê di serî de jinan dike hedef. Dibîne ku bi qutkirina dengê jinan dikare dengê şoreşê jî qut bike.”

Hemrîn Hisên bang li hiqûqnas û rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku kiryarên rejîma Îranê yên girtina bêyî sedem û dadgehkirinê qebûl nekin. Her wiha bang li gelên li Îranê kir ku li hemberî siyasetên rejîma Îranê bi taybet ên li dijî jinan bisekinin û çalakiyan li dar bixin.

ANHA


Mijarên Din