Rejîma Sûriyê bajarokê Hebîd kontrol kir

Hêzên rejîma Sûriyê îro sibehê piştî bombebarana dijwar bajarokê Hebîd ê li başûrê Idlibê kontrol kir. Her wiha hêzên rejîmê di 24 seatên dawîn de "herêmên bêçek" bi 2 hezar derbeyên asmanî û bejahî kirin armanc.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîmê bi alîkariya Rûsyayê bi pêş ve diçe. Her du hêzan bi sedan caran herêma bêçek bombebaran kir û bermîlên teqemeniyê û roket bi ser herêmê de barandin.

Navendê diyar kir ku hêzên rejîmê îro sibehê bajarokê Hebîd ê li başûrê Idlibê kontrol kir, piştî 5 hewldanên kontrolkirina bajarok.

Her wiha balafirên şer ên rejîmê di van şeran de zêdetirî 75 caran bombebaran pêk anî û bermîlên teqemeniyê avêtin. Balafirên Rûsyayê jî 30 caran bombebaran kir, derbe li Kefirzîta, Latmanê û El-Siyad ên gundewarên bakurê Hemayê, Til As, Kefireyîn, Hebîd, Xan Şêxûn, Medaya û Abdîn ên li başûrê Idlibê pêk hatin. Hêzên rejîmê bi zêdetirî 400 topavêjan gundewarên bakurê Hema û başûrê Idlibê kirin hedefa xwe.

Hêzên rejîmê piştî çend seatan ji şerê bi komên çeteyan re, duh gundê Mexer El-Hemam ê li başûrê Idlibê kontrol kir.

Duh hêzên rejîmê êrîşa bejahî li Kefernebûdê û Cîsat ê bakurê Hemayê yên ser bi bajarokê Hebîd ve dest pê kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di 24 seatên dawîn de zêdetirî 100 leşkerên hêzên rejîmê û komên çete hatin kuştin û "herêma bêçek" bi zêdetirî 2 hezar derbeyên asmanî û bejahî hate hedefgirtin.

Hêzên rejîmê piştî ku êrîşên xwe yên li dijî "herêmên bêçek" dabû destpêkirin, Tirkiye tawanbar kiribû ku çeteyên xwe li Idlibê tev digerîne.

Fermandarê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) Ebo Mihemed Colanî jî vekşandina xwe ji "herêma bêçek" ragihand.

(jo)


Mijarên Din