Rejîma Sûriyê bang li rêxistinên nevdewletî kir; Şûnwarên Efrînê ji dagirker Tirk biparêzin

Bi daxuyaniyekê, Mûdîriyeta Giştî ya Şûnwar û Mûzeyan a girêdayî rejîma Sûriyê bang li rêxistinên navdewletî kir ku şûnwarên ku Tirkiyê li Efrînê talan dike, biparêzin.

Mûdîriyeta Giştî ya Şûnwar û Mûzeyan a girêdayî rejîma Sûriyê bang li rêxistinên navdewletî kir ku kiryarên Tirkiyê yên talankirina şûnwarên Efrînê rawestînin.

Mûdîriyetê di daxuyaniya xwe de got: "Agahiyên dawîn ên ku ketine ber destên me, radigihînin ku hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, 3 girên dîrokî yên li Efrînê bi rêya treksan talan dikin ku li zêr û entîkên ku di van giran de hatine depokrin ên ku dîroka wan bi hezaran salan in, digerin. Ev jî dibe sedema wêrankirina çîneyên şûnwar û hilweşandina rûpelên ronîdar ên ji dîrok û şaristaniya gelê Sûriyê."

Di berdewama daxuyaniyê de bal li ser hat kişandin ku wêneyên ji herêmê tên tê de diyar dibin ku hin peyker û nexşeyên yekane yên ku dîroka wan vedigere hezar salî beriya zayînê anku vediger serdema Romanî, hatine dîtin. Li rexê jî îşaret pê hat kirin ku ev kiryarên ku li piranî nuqteyên Efrînê yên dîrokî tên kirin, di lîsteya mîraseya niştîmanî de hatine qeydkirin, weke; (Girê Burc Abdalo), (Girê Cindirêsê) û (Nebî Horî).

Li aliyekî dîtir jî perestgeha Eyn Dara rastî bombebarana balafirên dagirkeriya Tirk beriya herêmê dagir bike hat û ev jî bû sedema wêrankirina piranî nexşeyên yekane li wê perestgehê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din