‘Rejîma Sûriyê û cîhan bi bêdengiya xwe sûcên Tirkiyê qebûl dike’

Hiqûqnasê ji Efrînê Ebdo Sîdo diyar kir ku rejîma Sûriyê û cîhan bi bêdengiya xwe binpêkirinên Tirkiyê yên li Efrînê qebûl dikin. Sîdo got, divê şandeyekê bişînin Efrînê da ku rastiya sûcên li wir têne krine bi belge bike.

Artêşa Tirk a dagirker di çend mehên dawîn de dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê kir. Dirêjahiya dîwar heta niha gihaştiye zêdetirî 3 hezar metre û bilindahiya 3 metreyan e. Dîwar ji gundê Miryemînê yê navçeya Şera destpê dike û heya gundê Beradê yê navçeya Şêrawayê dirêj dike. Tevî wê jî gelek binpêkirinan der heqê şêniyên Efrînê yên resen de ji kuştin, revandin û telankirin pêk tîne.

Girêdayî mijarê hiqûqnas Ebdo Sîdo ji ajansa me re axivî. Sîdo ev tişt destnîşan kir: "Bê guman dagirkirina Tirk li xaka Sûriyê ji Cerablusê heya kantona Efrînê, binpêkirinek ji tevahiya qanûnên navdewletî re ye. Dagirkeriya Tirk li bakur rojavayê Sûriyê di hewldanek bê hêvî de hewl dide Efrînê tev li xaka Tirkiyê bike."

Sîdo wiha domand: "Tirkiyê bi rêya guhertina demografiya kantona Efrînê û binpêkirinên xwe der heqê sivîlan de hewl dide nasnameya herêmê ya Kurdî ya Efrînê biguhêre û ji Sûriyê qut bike."

Sîdo destnîşan kir ku di demên dawîn de artêşa Tirk a dagirker bi awayekî bê hêvî dîwarê parçekirinê li dora kantona Efrînê lêdike. Ev hemû li pêşberî çavên cîhanê rû didin , tevî ku baş tê dizanin ku lêkirina dîwarê tê wateya qutkirina beşek ji Sûriyê ye. Ev jî li gorî pergal û qanûnên Sûriyê xiyaneteke mezin e.

Sîdo bêdengiya rejîma Sûriyê û rêxistinên navdewletî li hember zêdegavî û binpêkirinên Tirkiyê weke ku vî tiştî qebûl dikin û piştgiriya wê dikin hesibandin. Sîdo balkişand ser ku Tirkiyê bi rêya binpêkirinên xwe hewl dide mîna dewletên mezin beşek ji Sûriyê bi dest bixe.

Her wiha Sîdo destnîşan kir ku kiryar  û sûcên Tirkiyê li herêmê hewldaneke ji bo vegerandina imperatoriya Osmanî ye û got, ne pêkane û nabe ku beşek ji Sûriyê were qutkirin.

Di dawiyê de Sîdo got: "Wek hiqûqiyên Efrînê em bang li tevahiya rêxistinên navdewletî û hiqûqî dikin ku şandeyên xwe bişînin da ku rastiyê û kiryarên Tirkiyê li Efrînê bi çavên xwe bibînin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din