Rejîma Sûriyê di 24 rojên dawîn de 120 sivîl kuştin

Topbaran û bombebarana rejîma Sûriyê û balafirên şer ên Rûsyayê li ser herêmên Sûriyê, berdewam e. Di roja 24`an a êrîşên rejîm û Rûsyayê li ser herêmên bêçek de, zêdetirî 120 sivîl ku piraniya xwe jin û zarok in, hatin kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, 120 sivîl, di nav de 22 zarok û 30 jin, ji aliyê  rejîma Sûriyê û Rûsyayê ve hatin kuştin û li ser van herêman hatin rêzkirin:

- 33 sivîl, ji wan 7 zarok û 9 jin û jineke din û 2 zarokên wê di encama bombebarana Rûsyayê li ser bejahiyên Idlib û Hemayê de hatin kuştin.

- 22 sivîl, ji wan 7 jin û zarokek di encama avêtina bermîlên teqemeniyê ji aliyê rejîmê ve, hatin kuştin.

- 34 sivîl, ji wan 7 jin û 5 zarok û endamekî tîma rizgarkirinê di encama êrîşa balafirên şer ên rejîma Sûriyê de hatin kuştin.

- 23 sivîl, ji wan 5 jin û zarokek di encama topbarana rejîmê de û 8 sivîlên din li bejahiya Laziqiyê hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li herêma hevpeymana Rûsya-Tirkiyê di 17`ê Îlonê de, hezar û 11 kes hatin kuştin û ji wan 489 sivîl in, ji wan jî 137 zarok in û 110 jin in.

(kc)


Mijarên Din