Rejîma Sûriyê gundê Şêx Eqîl xist bin serweriya xwe

Li gundê Şêx Eqîl ê bakurê rojavayê Helebê di navbera artêşa rejîma Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk der şer derket. Her wiha balafirên Rûsyayê girê Kibêşîn, piştî ku rejîmê gund xist bin serweriya xwe, bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistin, îro di saetên sibê de li gundê Şêx Eqîl ê li bakurê rojavayê bajarê Helebê di navbera artêşa rejîma Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de şer derket.

Li gorî agahiyên berdest, rejîma Sûriyê gund bi temamî xiste bin serweriya xwe.

Her wiha hat destnîşankirin ku balafirên şer ên Rûsyayê girê Kibêşîn ê li gund topbaran kir û şer heta van kêliyan li herêmê didome.

(bx)

ANHA


Mijarên Din