Rejîma Sûriyê hêzên xwe ji bo operasyoneke nû li eniyên Meret El-Nûman kom dike

Piştî balafirên rejîmê û yên Rûsyayê topbarana li ser herêmê rawestand, hêzên rejîmê amadekariya operasyoneke leşkerî li ser herêmê dikin, ji ber vê yekê hêzên xwe li eniyên Temana yên Meret El-Nûman ên başûrê Idlibê kom dikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku ji ber hêzên rejîmê amadekariya pêngaveke  leşkerî û bejahî  li ser gundên bejahiya rojhilatî Maaret Nûman dikin, li eniyên Temana anku li başûrê bejahiya Idlibê hêzên xwe kom dikin. Tê zanîn ku ev gav piştî serweriya bejahiya bakurê Hemayê û herêmên stratejîk ên başûrê Idlibê pêk hat.

Di heman çarçoveyê de ji roja Yekşemê heta vê sibê da ku piştî wê dest bi derbeyên asmanî yên li ser herêmê bikin, balafirên şer ên rejîmê û yên Rûsyayê topbaran li ser herêmên "parastina sînorê xwe" rawestandin.

Balafirên rejîmê yên şer li bajarokê Temana û derdora wê, El-Tehe û Cercinaz a bejahiya başûrê rojhilatî Idlibê nêzî 21 êrîş pêk anîn, her wiha balafirên Rûsyayê yên li Temana, El-Tehe, El-Helbê yên başûrê Idlibê û başûrê rojhilatê bejahiya Idlibê û Kefercenê nêzî 10 êrîş pêk anîn. Di heman demê de helîkopter jî li Temana, Hêş, Keferseca, El-Şêx Damis, El-Şêx Mistefa, El-Tehe û rojhilatê El-Dêr bi 22 bermîlan kirin armanc.

Hêzên rêjîmê ji derengiya şevê û heta vê sibê li gundê Hemîra yê bejahiya başûrê Helebê û herêmên bejahiya rojhilatê Meret El-Nûman bi 480 moşekan kir armanc. Tê zanîn êrîş zêdetir li rojhilatê Dêr û Cercenaz, derdora Secnê, Rekaya ku bendên kontrolê yên hêzên rejîmê yên ku di demên dawîn de lê pêşde çû hene. Di heman demê komên çete taxa Zehraa û derdora bajarê Helebê ku di bin serweriya hêzên rejîmê de ye, bi moşekan kirin armanc.

Hêzên rejîmê bajarê Xan Şêxûn ê stratejîk kontrol kir, paşê komên çete ji herêmên bejahiya Idlibê û Hemayê û heta bi Morkê ku nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê lê bûn, vekişiyan. Piştî hêzên rejîmê derdora nuqteyên Tirkiyê kontrol kirin, hêj çarenûsa wan ne diyar e.

(eh)


Mijarên Din