Rejîma Sûriyê nêzî 1 km nêzî rêya Şam-Helebê bûye

Hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê di aliyê bakurê rojavayê bajarê Xan Şeyxon de pêş ket. Bi vê yekê tenê 800 m mane ku hêzên rejîma Sûriyê bighêjin rêya Şam-Helebê.

Şer û topbarnên dijwar di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyê de di herêmên bêçek de bi taybet başûrê parêzgeha Idlibê rû didin.

Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûrî ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê ji aliyê bakurê rojavayê bajarê Xan Şêxon ve bi rêya êrîşên xwe yên ku ji nuqteyên xwe li El-Feqîr û Keferdiyon destpê kirine pêş ket. Bi vê yekê pêş ket û tenê 800 m mane ku bighêje rêya Şam-Helebê.

Çavdêrgehê destnîşan kir ku tenê girek axî di navberqa hêzên rejîma Sûriyê de û rêya navdewletî maye.

Balafirên rejîma Sûriyê û Rûsyayê bi deha êrîş li ser rêya navdewletî ji aliyê Xan Şêxon ve li gel topbarana dijwar pêk aniye.

Li gorî çavkaniyên herêmî di dema van êrîşan de artêşa Tirk a dagirker du tabûrên leşkerî tevî cabilxane şandin herêmê da ku du nuqteyên çavdêriyê derveyî peymana Astana û Soçiyê ava bike ji bo ku pêşketina hêzên rejîma Sûriyê rawestîne.

Ji aliyê xwe ve çavkaniyek ji wezareta derve ya rejîma Sûriyê ji ajansa SANA`yê re got derbasbûna tabûra Tirkiyê isbat dike ku Tirkiyê desteka terorîstên Cebhet El-Nusra li Idlibê dike.

Çavdêrgehê kuştina 14 çeteyan tevî 6 endamên rejîma Sûriyî di şerên eniyên başûrê Idlibê de belge kirin.

Li gorî çavdêrgeha Sûrî ji destpêka şer di herêmên “bêçek” de di 30`yê Nîsana 2019`an de û heta niha 3 hezar û 614 kes di nav de 946 sivîl hatine kuştin.

(şx)


Mijarên Din