Rejîma Sûriyê qirkirina Ermenan nas kir

Perlamantoya rejîma Sûriyê bi biryarekê qirkirina ku dewleta Osmanî di destpêka sedsala20`an de li dijî Ermenan pêk anîbû, nas kir û qirkirin şermezar kir.

li gorî biryarê, "Meclisa Gel a Sûriyê di civîna xwe ya roja Pêncşemê 13-2-2020`an de, qirkirina ku dewleta Osmanî di destpêka sedsala 20`an de li dijî Ermenan pêk aniye, wek sûcekî erê kir. Her wiha hewldana her aliyekê ku vê sûcê înkar dike, şermezar kir û ji hovantirîn sûcên li dijî mirovahiyê hesiband."

Di biryarê de hate gotin, "Meclisê diyar kir ku gelê Ermen ê dost, Suryan, Asûr û gelek gelên din bûn qurbana qirkirinên bi zanabûn û komkujiyên ku osmaniya di wê de pêk anîne. Meclisê bang li raya giştî ya cîhanî û civaka navneteweyî kir ku pêkhatina komkujiyê erê bike û şermezar bike. "

Ji aliyê xwe ve serokê perlamantoyê Hemûde El-Sabax ji ajansa SANA`yê re axivî û got: "Li gel êrişa kirêt ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Sûriyê em bi êş û xemgînî sûca hovane ya ku pêşiyên Erdogan li dijî gelê Ermen pêk aniye bibîr tînin. Di wan komkujiyan de jin, mêr, kal û zarok hatin kuştin. Gelê Sûriyê van komkujiyan baş dizane ji ber ku rastî hema terora hovane hatiye. Her wiha ji ber ku Sûriyê kesên ji hovatiya pergala osmanî reviyane pêşwazî kirin."

Sebax bal kişand ser ku ji erka mirovahiyê ya exlaqî û siyasî pêkhatina vê sûcê erê bike û şermezar bike.

Sebax got, "Qirkirina milyonek û 500 ermenî ne tenê bûyerek dîrokî ye lê belê di dîroka mirovahiyê de xalek reş e mîna sûcên siyonîzmê yên domdar in. Lewra divê ew sûc were şermezarkirin.

Girêdayî heman mijarê gelek dewletên Ewropî  îtîraf bi pêkhatina komkujiya Ermenan ji hêla dewleta Osmanî ve kirin, Tirkiyê û serokê wê Recep Tayyîp Erdogan ji vê helwestê bi fikar ir.

 (şx)


Mijarên Din