Rejîma Sûriyê û Rûsyayê bakurê Helebê bombebaran dikin

Balafirên şer ê rejîma Sûriyê û Rûsyayê bargehên çeteyên "Heyet Tehrîr El-Şam" û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li bakurê Helebê bombebaran dikin. Hêzên rejîmê amadekariyan dike ku ber bi Xan Şêxûn ê Idlibê bi paş de biçe.

Çavkaniyekî herêmî ji ajansa me ANHA‘yê re diyar kir u di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên Tirkiyê de topbaran berdewam e.

Çavkaniyan diyar kirin ku balafirên rejîmê û Rûsyayê herêmên Raşidîn, Leyremûn û Kefer Hemra yên rojavayê Helebê bi dijwarê bomebebaran dikin.

Di heman demê hêzên rejîmê qewet leşkerî ber bi gundewarê Laziqiya ve dişîne û bi moşekan herêma Xan Şêxûn ê gundewarê Idlibê topbaran dikin.

ANHA


Mijarên Din