​​​​​​​Remziye Mihemed: Dema pergala hevserokatiyê rabe, demokrasî namîne

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed hewldanên ENKS’ê yên rakirina pergala hevserokatiyê red kirin û da zanîn ku ev yek rêxistina jinê hedef digire û wê ji rêvebirina welat bi dûr dixe.

Piştî insiyastîfa fermandariya Giştî ya QSD’ê Mezlûm Ebdî ya di 28’ê Cotmeha 2019’an de, Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmana Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) hevpeyvînên xwe yên ji bo yekitiya nîştimanî ya Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin.

Ji wê demê de her du alî danûstandin û diyalogan bi piştevaniya DYA’yê pêk tînin. Lê piştî çûna ENKS’ê di demeke berê de ji dewleta Tirk re, nêrîn û xwestekên wê hatin guhartin. Girêdayî vê yekê Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratî (PYD) Aldar Xelîl bi rêya bernameya Bûyer li gel Ronahî TV axivî.

Xelîl got ENKS’ê daxwaza rakirina pergala hevserokatî, bidawîkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî û vegerandina mînhaca hikumeta Şamê dike.

Girêdayî mijarê, endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed der barê xwestekên ENKS’ê yên rakirina pergala hevserokatiyê de got ev yek bi nîşaneya vegerandina têgeha rejîma hikumeta Şamê li herêmê û dûrxistina rola jinan di rêvebertiyê de ye.

Remziye Mihemed piştevaniya xwe ji hevpeyvînên di navbera PYNK û ENKS’ê de pêk tên eşkere kir û wiha domand: "Em wek rêxistina Kongreya Star çalakiyên xwe ji bo yekitiya nîştimanî li dar dixin. Her wiha di kongreya me ya dawîn a ku di 20’ê Cotmehê de li dar ketiye, ji biryarên girîng ew bû ku xebat ji bo yekitiya nîştimanî û hevsengiya pêkhateyên beşdarî pergala Rêveberiya Xweser bûne pêk bê."

Remziye Mihemed wiha gotinên xwe berdewam kirin: "Di hevpeyvînên ku pêk tên de, hin alî hene hewl didin rê li pêş diyalog û yekitiyê bigirin. Ew jî bi pêşniyarkirina mijarên mîna rakirina projeya Rêveberiya Xweser an jî pergala hevserokatiyê. Em jî dixwazin bizanin ku hedefa ENKS’ê ji van xwestekan çi ye?"

Remziye Mihemed destnîşan kir ku di pergala çalakiyên jin û saziyên wê yên di Rêveberiya Xweser de tenê pergala kota jinan hatiye rakirin. Ji ber tevahî deste, meclis û saziyên Rêveberiya Xweser pergala hevserokatî yan jî rêveberiya hevbeş dimeşînin."

Di dirêjahiya axaftina xwe de Remziye Mihemed da zanîn ku pergala hevserokatiyê, ew e ku her du alî jin û mêr di tevahî biryaran de beşdar in. Cihê jinan di biryardayînê de herî bilind e. Li gel wê jî di nîqaşên destûra Sûriyê de û beşdariya wê di tevahî çalakiyên li Sûriyê giştî de cihên xwe girîng e, da ku garantiya mafên xwe bikin.

Remziye Mihemed piştrast kir ku çalakiyên wan li ser esasê jin di Rêveberiya Xweser de bibe xwedî biryar li dar dikevin û wiha pê de çû: "Jinan tevahî hemleyên ji bo rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê, komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên mîna El-Nusra, Ehrar El-Şam û hwd, bi rê ve birin."

Remziye Mihemed der barê xwesteka ENKS’ê ya rakirina pergala hevserokatiyê matmayî ma. Lê belê da zanîn ku sedema wê tunebûna rola jinan di ENKS’ê de û serweriya mêr li partiyên siyasî ye.

Remziye Mihemed bilêv kir ku jin ji damezrînên Rêveberiya Xweser e, mîna Meclisa Jinan a Sûriyê. Ji bilî wê jî jin di tevahî saziyên Rêveberiya Xweser de cihên xwe di pergala hevserokatiyê de digirin, her wiha di MSD’ê de jî cihên hevserokatiyê digirin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed nîqaşa têkildarî rakirina pergala hevserokatiyê di Rêveberiya Xweser a Demokratîk de red kir û wiha got: "Em vê yekê qebûl nakin. Divê partiyên Kurd li xwe vegerin. Heke jin di partiyên siyasî de beşdar nebûn, wê demê ew partî qet bi ser nakevin."

Remziye Mihemed eşkere kir ku êdî pergala hevserokatiyê modela herî serketî ya projeya rêveberiyê di cîhanê de ye. Ji lew re ew hêvî dikin ku pêngavên mezin bi pêş ve biavêjin ne bi paş de.

Remziye Mihemed piştrast kir ku hedefa kesên hewl didin pergala hevserokatiyê rakin, ew e ku dixwazin zihniyeta rejîma hikumeta Şamê û dewletên dijberî herêmê mîna dewleta Tirk, vegere. Ji ber ev yek dikeve berjewendiya wan dewletan, ku bi wê re jî rêxistina jin û pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk a ku pergala hevserokatiyê ji xwe re bingeh digire, têk bibin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed di dawiyê de da zanîn ku tu alî yan jî pêkhateyek li herêmê vê yekê qebûl nake û wiha bi dawî kir: "Dema pergala hevserokatiyê were rakirin, tu tiştê bi navê demokrasiyê namîne."

(fr)

ANHA


Mijarên Din