​​​​​​​Remziye Mihemed: Em ê bi berxwedana xwe bersiva hemû êrişan bidin

Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed eşkere kir ku êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê di çarçoveya hewldana têkbirina projeya Rêveberiya Xweser de ye û got ku ew ê bi berxwedana gel û yekîtiya jinan bersiva hemû êrişan bidin.

Piştî civîna Tehranê ya di 19'ê Tîrmehê di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan û serokê Îranê Îbrahîm Reîsî de hatibû lidrxistin, her wiha piştî civîna Soçiyê ku di 5'ê Tebaxê di navbera Pûtîn û Erdogan de pêk hatibû, artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin û di rojên derbasbûyî de bombebarana dijwar li dijî herêmê pêk anîn, ku di encamê de zarok jî di nav de şehîd û birîndar çêbûn.

Di vê derbarê de ajansa me bi berdevka Kongra Star Remziye Mihemed re hevpeyvînek pêk anî.

Remziye Mihemed tekez kir ku êrişên dewleta Tirk bi armanca têkbirina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina herêmê ne.

Remziye Mihemed bal kişand ser berdewamiya êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Ji dema dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, heta Cerablûs û Babê, heta niha ev êrîşên ku bi armanca tunekirina îradeya gelan, desteserkirina destkeftiyên wan û dagirkirina herêmê, nesekinîne."

'HERÊMÊN KU TÊN HEDEFGIRTIN BI WELATIYAN DAGIRTÎ NE'

Remziye Mihemed bal kişand ser hedefgirtina welatiyan ji aliyê dewleta Tirk ve û got: "Herêmên ku tên hedefgirtin, bi piranî herêmên niştecihan in û bi wê yekê dixwazin îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikînin. Ji ber ku gel li ber xwe bide û her çi qas êriş û gefên Tirkiyê giran bin jî dê dev ji warê xwe bernade. Ev yek di berxwedana gelê me ya li kampên Şehba, Waşûkanî û herêmên din raber dibe, ku ew hêvî dikin vegerin malên xwe. Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze vîna ku 10 sal in bi rêya Rêveberiya Xweser derketiye, têk bibin ya ku xwe spart fikrê demokratîk û azadiya jinê. Ji ber vê yekê gef û êrişên xwe yên li ser herêmê zêdetir kirine."

Têkildarî hedefgirtina jinan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, bi taybet jî fermandara Yekîneyên Antî-Teror(YAT) Jiyan Tolhildan û hevrêyên wê Barîn Botan û Roj Xabûr, Remziye Mihemed wiha got: "Vîna ku çeteyên DAIŞ’ê ji holê rakirin, hêzên me, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn in. Operasyonên Reqa û Tebqayê û hemû operasyonên ku hatin destpêkirin bi pêşengiya jinan hatin kirin. Di van operasyonan de, bi pêşengiya YPJ`ê, fermandar Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan roleke pêşeng lîstin."

Remziye wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta Tirk bi van hedefgirtinan hewl dide vê peyamê bide 'ku hêzên parastinê yên ku li herêmê bi destê çeteyên DAIŞ'ê şehîd nebûne, em ê bi rêya balafirên bêmirov ên biçek tune bikin'. Ji ber vê yekê, ev êriş êrişên li ser rûmeta me ne. Hedefkirina rêhevalên me yên jin wê nehêle ku em dev ji nirxên xwe berdin, me di merasîmên wan de jî dît çawa gel li dora wan kom bû û helwestên xwe yên tund bi riya meş û xwepêşandanên ku li herêmê pêk hatin, diyar kirin."

Di 22’ê Tîrmeha borî de, dewleta Tirk a dagirker têkoşerên ku gelê herêmê ji terorê parastin, wekî fermandara Yekîneyên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Roj Xabûr û endama YAT`ê Barîn Botan, şehîd xistin.

Di 28'ê Tîrmehê de jî, blalafirên bêmirov ên biçek ên artêşa Tirk a dagirker li başûrê bajarokê Eyn Îsayê li nêzî kampa Til Semen a koçberên Girê Spî, erebeyek kir hedef. Di encamê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 'Beşar Mihemed Elî Bozan, Cîhan Mihemed Mistefa, Sara Mihemed E Hisên û Selma Elî Mistefa' şehîd bûn.

'HELWESTA GELÊ ME ZELAL E'

Remziye Mihemed di dewama axaftina xwe de bêdengiya civaka navneteweyî rexne kir û got: "Ji bo tolhildana van şehîdan divê civaka navneteweyî, saziyên navneteweyî û mafên mirovan ji bêdengiya xwe derkevin û helwesta xwe zelal bikin, rola xwe bi cih bînin û erkên ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Bi taybetî rêxistinên mafên mirovan û Yekîtiya Ewropayê (YE) ku ji bo hemû gelan banga edaletê û aştiyê dike."

Her wiha diyar kir ku helwesta gel li hemberî van êrişan eşkere û zelal e û wiha pê de çû: "Helwesta gelê me zelal e û em ê weke Kongra Star çalakiyên xwe bidomînin, berxwedanê geştir bikin û em ê rêxistina jinan xurttir bikin da ku li hemberî êrişên dewleta Tirk encamê bi dest bixin."

Remziye her wiha anî ziman ku divê Koalîsyona Navneteweyî ya li herêmê helwesteke zelal û hişk li hember êrişan nîşan bide, ji ber ku êdî xelk hebûna wan li herêmê qebûl nakin û got: “Me dît çawa li ber baregehên wan gel xwepêşandan kir û hêrsa xwe li hember bêdengiya wan re nîşan da."

EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZINTIR BIKIN

Remziye Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev êriş wê moralê wan neşkîne, berovajî wê vîn û îradeya wan a berxwedanê mezintir bike.

Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed di dawiya axaftina xwe de siyaseta hikumeta Şamê ya li hemberî dagirkeriya Tirk jî rexne kir û ev tişt anîn ziman: "Hikumeta Şamê hîn jî di warê naskirina rêveberiya ku DAIŞ’ê ji holê rakiriye,     û îradeya vî gelî de, serhişkiyê dike. Dewleta Sûriyê nikarî sînorên xwe ji hovîtiya dagirkeriya Tirk biparêze û ji bo têkbirina vê rêveberiyê destekê dide wê. Welatên Koalîsyona Navneteweyî ku girêdayî berjewendiyên xwe ne, gelê me hêviya tiştekî ji wan nake, berevajî vê biryardariya xwe ji rêveberiya xwe û hêza xwe ya xweser digire. Îradeya me gelê me ye, berxwedana me jî berxwedana gelê me ye, bi vê berxwedanê û bi yekkirina îradeya jinan û gelê me, em ê bersiva hemû êrişan bidin."

 ANHA


Mijarên Din