​​​​​​​Reqa; sê sal li ser şoreşa guhertin û avakirinê derbas bûn

Ji dema ku bajarê wan ji DAIŞ`ê rizgar bûye ve, xebatên mezin meşandin, astengî û tevahiya cureyên tundiyê yên ku li dijî wan pêk dihatin, derbas kirin. Li ser tevahiya asta destkeftiyên girîng bi dest xistin, ev jinên Reqayê ne. Sê sal li ser şoreşa avakirin û guhertinê derbas bûn.

Çeteyên DAIŞ`ê di Tîrmeha 2013`an de êrişî bajarê Reqayê kir û hêdî hêdî dest danîn ser warên jiyanê yên bajêr. Tevahiya cureyên tundiyê li dijî şêniyên wê pêk anîn.

Para herî mezin a wan binpêkirinan a jinan bû û gihaşt asta paşguhkirinê, ferzkirina hikumên tundrew li ser wê û rêbazên derketina wê ji malê. Bi zanabûn, gelek jin di nava DAIŞ`ê de ji bo erkên cuda hatin leşkerkirin.

Ji bilî wê jî çeteyên DAIŞ`ê gelek cihên giştî mîna, zanîngeh, dibistan û lîstogeh veguherandin girtîgehên jinan, ji wan cihan zanîngeha Îtihad a li herêma Kesra li başûrê Reqayê û dibistana Rabe El-Edewiye.

Lê ev tarî di 17`ê Cotmeha 2017`an de dema Hêzên Sûriya Demokratîk bajarê Reqayê rizgar kir, tune bû. Jinan roleke mezin di rizgarkirina bajêr de lîst heta ku çete tune kirin û navê xwe di rûpelên dîrokê de xêz kir.

DESTPÊK BI AVAKIRINA MECLISAN BÛ

Dema bajar hate rizgarkirin, hema yekser meclisên herêmî yên taybet bo jinan hatin avakirin. Jinan bi rêya wan meclisan, erk û rola ku jê tê xwestin li ser astên birêxistinkirina civakî, pêxistina wê û beşdarbûna warê siyasetê anî cih.

Jinan di birêvebirina herêmê de roleke sereke lîst û cihê xwe di pergala hevserokatiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girt.

Xebatên jinan li ser asta bajêr sînordar neman, lê belê meclisên xwe li gundwarên bajêr jî ava kirin. îro 19 meclisên jinan li bajêr û gundewarên rojhilat, başûr, rojava û bakur hene. Di her meclisekê de 10 jin hene xebatên komîteyên lihevanîn, arşîf, tenduristî, aborî û perwerdeyê bi rê ve dibin.

Rêveberiya Jinan jî alîkarî ji jinan re pêşkêş kir. Karê perwerdekirin û derfetên kar ji wan re dabîn kirin. Jinan cihê xwe di komînan de heta bigihêje hevserokatiya meclisên herêmî, siyasî û diplomasî de girt. Hejmara jinan ên ku di saziyan de kar dikin gihaşt 5 hezar jinan.

Her wiha gelek jinan di saziyên sivîl de mîna şaredarî, meclisên giştî, komîn û desteyan de kar kir.

Li ser asta ewlehiyê jî, jinan li Reqayê rolek di rizgarkirinê de lîst. Rola xwe di warê ewlehiyê de pêk anî. Di 2020`an de 650 jin tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn. Wan jinan li bendên kontrolê, trafîk û eniyên parastina axê cihê girtin.

ÎSAL 4 HEZAR JIN DERBASÎ DEWREYÊN FIKRÎ BÛN

Di çarçoveya pêşxistina fikrê jinan û xwenaskirinê de, rêveberiyên jinan ên li Tebqa û gundewarên wê, gelek dewre vekirin. Heta vê kêliyê ji derdora 4 hezar jin tev li wan dewreyan bûne. Ji Akademiya Teşrîn a Jinan mezintirîn akademiyan li Reqayê, derdora 300 jin derçûne.

Ji bo pêşxistina jinan di warê aborî de dewreyên di warên aborî û çandiniyê de ji jinan re hatin vekirin. Jinan jî cihê xwe di saziyên têkildar van her du waran de girt.

Endama rêveberiya bajarê Reqayê Meryem El-Ebo têkildarî mijarê got, jinên bajêr rastî gelek astengiyan hatin. Ew jî encamên bandorên neyînî yên çeteyên DAIŞ`ê li ser jinan bûn. Îro jî fikrê neteweya demokratîk ji xwe re kiriye bingeh û li hember vê zihniyetê têdikoşe û hewl dide wan astengiyan derbas bike da ku kesayeta xwe ya rastîn ava bike û azadiya xwe ya fikrî bi dest bixe.

PÊNGAV Û ÇALAKIYÊN MEZINKIRINA ASTA TÊKOŞÎNÊ

Ji bo mezinkirina asta têkoşînê û naskirina asta zanabûna siyasî ya jinan, gelek pêngav û çalakiyên li dijî gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên bakurê Sûriyê hatin lidarxistin. Piştî çalakiyên protestokirin û meş li dar ketin.

CUDAHIYA DI NAVBERA ÎRO Û DUH DE

Bajarê Reqayê ji dema hebûna DAIŞ`ê cudatir bûye. Nexasim asta ku jinên bajêr gihaştiyê. Ev yek Meryem El-Ebo bi van nirxandinên xwe piştrast kir: “Gelek guhertin di jina Reqayê de çê bûye. Ev yek di tevlêbûna wê ya warê siyasî de xuya bû. Wê ji vê yekê hêz girt û di tevahiya waran de bi rihekî berpirsyarî cih girt.”

Meryem destnîşan kir ku destkeftiyên di dirêjahiya sê salan de hatine bi destxistin, hêzek da jinan da ku xwe pêş bixin. Pêşketinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û Reqayê bi taybet rû dane, jinên herêmê ji tevahiyan re kir nimune.

Meryem di nav gotinên xwe de diyar kir ku jêhatîbûn û serkeftin ji girîngtirîn şertên serkeftinê ye, divê jin wê pêk bînin da ku destkeftiyên ku bi dest xistine biparêzin û wiha pê de çû: "Divê em asta têkoşînê mezin bikin da ku tevahiya zehmetî û astengiyên ku rastî jinan tên derbas bikin, nexasim urf û adetan."

SALVEGERA SÊYEMÎN… NIMUNEYEK JI ŞOREŞA JINAN RE YE

Bi nêzîkbûna salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê re şêniya bi navê Fatme El-Hesen salvegera rizgarkirinê pîroz kir û got: “Ev roj ji bo me, şoreşa jinan û şoreşa guhertin û avakirinê ye. Ji ber ku jinan azar û zehmetî di dema çeteyan de kişandin.”

Fatme spasiya rêber Abdullah Ocalan kir, ji ber ku roleke mezin da jinan û hewl da gelan bi giştî û jinan bi taybet rizgar bike.

Jina bi navê Wezna El-Ehmed ji şêniyên taxa Mensûr a bajêr e, salvegera sêyemîn a rizgarkirinê pîroz kir û hestên xwe wiha rave kirin: “Ev guhertin, ji bo jinan destpêkeke nû ye da ku rola xwe bilîze. Ji destpêka rizgarkirinê ve, tevahiya astengî derbas kirin û ev roj diyarî tevahiya jinên ku li ber xwe didin kir.“

Wezne tevahiya jinên ku ji bo xilasiya ji zulmê û koletiyê li ber xwe didin, tê dikoşin û rêgeza neteweya demokratîk ji xwe re kiriye bingeh, silav kir.

Jina bi navê Necah El-Ehmed a ji bajarê Reqayê tevahiya şehîdan bi bîr anî û hêvî kir şahiya bê, şahiya rizgarkirina tevahiya herêmên bakurê Sûriyê ji dagirkeriya Tirk be.

(şx)

ANHA


Mijarên Din