Reşîd: Pêvajoya li Idlibê şoreşek  gelêrî pêwîst dike

Cemal Reşîd got: Aloziya li Sûriyê, encamên nakokiyên dewletên ku li ser berjewendiyan mudexeleya karûbarên Sûriyê dikine. Pêvajoya heyî jî şoreşek gelêrî pêwîst dike da ku bigihêjin çareseriyên girîng.

Endamê Buroya Têkiliyan a Meclisa Herêma Efrînê Cemal Reşîd girêdayî geşedanên ku li Sûriyê rû didin bi taybet  bakur rojavayê Sûriyê ji ajansa me re axivî.

Reşîd got piraniya nakokiyên ku li Sûriyê rû didin encamên nakokiyên li ser berjewendiyan a di navbera dewletên ku mudaxeleya aloziya Sûriyê dikin û ev tişt anî ziman: " Nakokiya dawî di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser mijara Idlibê bû, li gorî lihevkirina Astanayê rêya navdewletî ya Dîlok a Tirkiyê û Şam, rêya Heleb û Laziqiyê ji bo bazirganiyê werin vekirin."

Reşîd destnîşan kir ku bingeha lihevkirina Rûsya û Tirkiyê ne xurt bû, ji ber wê niha nakokî di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de derdikevin û wiha pêde çû: "Her wiha kesayetên çalak û xwedî rol di çareseriyê de tev li civînên Astanayê nebûn. Niha jî Rûsya pê hesiya ku Tirkiyê bi rêya parastina komên terorîst hewl dide berjewendiyên xwe yên taybet li Idlibê li herêmên bê çek biparêze."

Reşîd wiha domand: "Ji ber desteka Tirkiyê bi çeteyan re ji aliyê lojistîk û ragihandinê ve, hemleya Rejîma Sûriyê û Rûsyayê tu encamên erênî yên wê tune ne. Tirkiyê bi rêya desteka Cebhet El-Nusra carek din diyar bû ku ew desteka terorê dike."

Cemal Reşîd tekez kir ku Rûsya naxwaze şerê Tirkiyê bike lê belê tenê ajandeyên wê li Sûriyê tune bike. Rûsya ji ber peymana S 400 naxwaze Tirkiyê winda bike. Her wiha Rûsya naxwaze Tirkiyê winda bike piştî ku hindek maye Îranê ji ber berjewendiyên li ser erdê winda bike.

Girêdayî nuqteyên Rûsyayê li Til Rifetê ya li kantona Şehbayê, Cemal got: "Divê em pişta xwe nedinê. Ji ber ku nuqteyên Rûsyayê li Efrînê jî hebûn. Ev nuqteyên li Til Rifetê di encama şerê Idlibê de û gefên Tirkiyê ava bûn."

Reşîd texmîn kir ku li gorî lihevkirinan di dema niha de Rejîma Sûriyê û Rûsya nikarin Idlibê serwer bikin. Li ser asta dûr jî kontrolkirina Idlibê bi rizgarkirina Efrîn û kontrolkirina herêma Babê ve girêdayî ye û ev jî hinek dem dixwaze.

Endamê Buroya Têkiliyan a Meclisa Herêma Efrînê Cemal Reşîd di dawiyê de got: "Em di pêvajoyekê de ku şoreşek gelêrî û hişyarkirina gelê Idlibê dixwaze. Dem hatiye ku gel bawer bike ku dewleta Tirk û dewletên din li Sûriyê tenê li dû berjewendiyên xwe ne."

(şx)

ANHA


Mijarên Din