Resûl: AKP bi rêya girankirina tecrîdê ji krîzên xwe direve 

Nivîskar Malvan Resûl diyar kir ku desthilatdariya Tirkiyê tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike ji ber ku hikumeta AKP`ê di nav kirîzan de ye û got: "Erdogan ji ber siyasetên xwe yên şaş ber bi dawiyê ve diçe."

Dewleta Tirk tecrîdek giran li Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye.

Di mehên dawîn de desthilatdariya Tirk dem demê izin da ku malbat û parêzer serdana Ocalan bikin. Di wan serdanan de Rêber Ocalan hinek perspektîfên çareserkirina doza kurdî li Tirkiyê tevî kirîzên Tirkiyê û aloziya Sûriyê, rêkirin.

Nameyên Ocalan bala qadên siyasî û civakî yên herêmê kişand. Lê girankirina tecrîdê û qedexekirina hevdîtinên parêzer û malbatê bûn cihê nerazîbûnan.

Nivîskar Malvan Resûl sedema girankirina tecrîdê nirxand. Resûl got: “Ferzkirina tecrîdê û qedexekirina hevdîtinên parêzeran bi Ocalan re vedigere gelek sideman. Yek  jê parçebûna endamên damezirînerên partiyê, siyasta derve û hundirîn ên AKP`ê ne. Yek ji sedeman jî krîzên ku welat tê re derbas dibe yên ku bûne sedema paşdeçûna rewşa Tirkiyê li ser qada navdewletî, ye. Ji ber wê dewleta Tirk bi rêya rêzegirtekên li dijî muxalifan di nav de girankirina tecrîda ku li Ocalan ferz dike hewl dide  ji wan krîzan bireve."

Resûl wiha domand: "Pirsgirêka Tirkiyê, di kesayeta Ocalan de, bi doza Kurd ve girêdayî ye. Ji ber AKP bi rêya afirandina bihaneyan hewl dide ji pirsgirêkê bireve."

Malvan Resûl destnîşan kir ku siyasetên Tirkiyê li Sûriyê têk çûne û îşaret bi nameyên Ocalan  kir û got: "Ocalan di nameyan de diyar kir ku, eger jê were xwestin ew ji çareseriyê re amade ye. Bi taybet perspektîfên girêdayî aloziya Sûriyê. Ji ber wê Erdogan bi lez tecrîd li Ocalan giran kir. Tirkiye di encama siyasetên xwe yên şaş de, piraniya kaxizên xwe yên nexşerêya siyasî ya Sûriyê û Rojhilata Navîn winda kirine."

Malvan ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Ferzkirina tecrîdê li ser Rêber Ocalan di vê pêvajoya hesas de ya ku Tirkiyê tê re derbas dibe, vedigere zihniyeta partiya desthilatdar. Bi taybet piştî windakirina şaredariyên bajarên mezin. Ji ber wê rêzegirtek girtin, di nav de serokên şaredariyên Partiya Gelan a Demokratîk ji erkên wan derxistin û tecrîd li Rêber ferz kir. Dewleta Tirk hemû hewldanên xwe dike da ku gelê Kurd azadiya xwe bi dest nexe. Dewletên serdest ên Rojhilata Navîn ên kevin û nû, ji bo ku vîna gelan têk bibin kaxizên din bi kar tînin da ku şer û nakokî bidome. Dema wan pergalan çûye, bi taybet di encama şertûmercên siyasî de. Ji ber ku derfet ji hêzên demokratîk re vebûye.”

Nivîskar Malvan Resûl di dawiyê de got: "Dewleta Tirk di krîzekê de ye û Erdogan ji ber siyasetên xwe yên şaş li herêmê ber bi dawiyê ve diçe."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din