Reuters :Tirkiyê li ser daxwaza DYA‘yê  fikira wergirtina "S 400" paşde dixîne

Li ser daxwazên dûbare yên DYA‘yê Tirkiyê fikra wergirtina "S 400" bi paş de dixîne. Dihat payîn ku Tirkiyê di meha Tîrmehê de pergala S 400 werbigire.

Li gorî nûçeya Reutersê ku agahiyên xwe spartine çavkaniyekî pê bawer, Tirkiyê difikire ku dê karibe pergala moşekên S 400 Rûsyeyê werbigire ya ne. Dihat payîn Tirkiyê di meha Tîrmhê de wergirtibe ya ne, DYA‘yê gelek caran ji Tirkiyê xwest di navbera pergala Sûriyê û balafirên Amerîkayê F 35  de ku Enqere dixwaze 100 jê bigire, yekê hilbijêr.

DYA‘yê di destpêka meha Nîsanê de wergirtina alavên erdî yên şixulandina balafirên F 35 a ji bo peywendiyên rasteqîn bi pergala leşkerî ya NATO‘yê re  taloq kiribû.

DYA‘yê ji bikaranîna S 400 bi fikar e ku hemû detayên girêdayî sîstema leşkerî ya NATO‘yê kom bike, bi fikar e.

Beriya niha Sekretêrê giştî yê NATO‘yê Jens Stoltenberg hişyariya encamên planên Tirkiyê yên belavkirina pergala S 400 a Rûsyayê dabû. Di heman demê de Washingoton jî diyar kir kiribû ku eger Tirkiyê vê pergalê bi kar bîne dê cezayan lê ferz bike.


Mijarên Din