Revandin û dizîna li Efrînê didome

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, revandina şêniyan û dizîna mal û milkên wan dewam dikin.

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê kiryar û dijminatiya xwe berdewam dikin. Vê carê jî koma çeteyên Tirkiyê bi serkêşiya kesên bi navên Hemze Ebo Zeyîd û Ebo Idrîs ên girêdayî koma Feyleq El-Şam êrîşî mala şêniyê bi navê Ebdilkerîm Nasir Mûsa yê ji gundê Basûfan ê navçeya Şêrawa kir.

Çeteyan li sivîlan xist, zêrên jinan ji wan standin û bi benan ew girê dan. Bihayê zêrên ku çeteyan ji şêniyan stand 10 hezar dolar e.

Her wiha çeteyan li gundê Basûfanê alavên dikana madeyên xwarinê yê welatiyê bi navê Xelîl Nasir Ehmed dizîn. Her wiha 500 hezar lîreyên Sûriyê jî ji dikanê dizîn.

Li aliyekî din çeteyên artêşa Tirk a dagirker şevê din welatiyê bi navê Nezmî Elî yê ji gundê Biric El-Qas li navçeya Şêrawa dema ku li ber pezê xwe bû, revand.

(bm)

ANHA


Mijarên Din