'Revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye'

Siyasetmedar û hiqûqnasan got, PDK`ê berpirsiyarê aqûbeta nûnerê Rêveberiya Xweser û her du endamên PYD`yê yên hatine revandin e û bang li aliyên peywendîdar kir ku aqûbeta wan eşkere bikin û wan berdin.

Ji 10`ê Hezîrana borî ve hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) revandine. Ruxmî bangawaziyên Rêveberiya Xweser û PYD`ê yên serbestberdana wan jî, lê heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

'SÛCDARAN PÊŞWAZÎ DIKE, DÎPLOMATAN JÎ DIGIRE'

Serokê Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo destnîşan kir ku divê hêzên kurdistanî li seranserê Kurdistanê ji planên aliyên dijber, hişyar bin û wiha domand: “Başûrê Kurdistanê ji hemû aliyan ve hatiye dorpêçkirin, dagirkeriya Tirk ji aliyekî ve, Heşd Şabî û şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê ji aliyekî din ve.” Têlo diyar kir herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rewşeke ji rewşa Başûr xeter de ne, çi ji aliyê êrişên dagirkeriya Tirk û dorpêça hêzên hikumetê ve, çi çeteyên DAIŞ`ê, çi jî şerê taybet ê li dijî herêmê. Têlo got, “Ji ber vê yekê bi taybet, divê em hişyar bin.”

Li ser serdana serokê berê yê Îtîlafa Sûriyê bo Başûrê Kurdistanê, Têlo got, “Diviyabû ku Nesir El-Herîrî li gorî rêgezên qanûnê û rêgezên navneteweyî yên NY`yî hatiba darizandin. Ji ber ku çeteyên El-Herîrî li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî kiryarên neexlaqî û nemirovî pêk tînin. Lê belê berovajî wê yekê çêbû, serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê, El-Herîrî bi coş pêşwazî kir.”

Têlo bang li hikumeta Başûrê kurdistanê kir ku aqûbeta her sê dîplomatan eşkere bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lawazkirina hêzeke kurdî tê wateya lawazkirina hemû Kurdan. Ruxmî cudabûna nêrîn û meylên me jî, lê divê em wan derbas bikin da ku em li pêş yekitiya Kurdan nebin asteng. Divê ew diplomat di zûtirîn dem de bên berdan û fermî lêborîn were xwestin.”

'DI ALIYÊ QANÛNÎ DE BINÇAVKIRINA WAN; REVANDIN E'

Parêzer Xalid Umer jî got, binçavkirina nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û du endamên  PYD`ê li gorî rêgezên û qanûnên navneteweyî “revandin” e.

Umer destnîşan kir ku binçavkirina dîplomatan bêyî biryara binçavkirinê li dijî wan derkeve, ne li gorî qanûn û rêgezên navneteweyî ye û diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê bi wê yekê hemû qanûnên ji aliyê NY`yî ve hatine erêkirin, binpê kirin. Umer daxuyand ku diplomat û kesayetên siyasî ku xwedî parêzbendî ne, divê bêyî agahdariya rêveberî yan dewleta wan neyên binçavkirin.

Parêzer Xalid Umer, hikumeta Başûr ji aqûbeta kesên hatine revandin berpirsiyar nîşan da û da zanîn ku divê hikumeta Başûr bi daxuyaniyeke fermî sedema revandinê û cihê wan kesan eşkere bike.

Partiya Yekitiya Demokratîk banga berdana her sê dîplomatan kiribû û revandina wan wekî “hedefgirtina PYD`ê û pêkanîna siyasetên dijmin ku hewldanên wan ên tesfiyekirina Kurdan bi bin ketin” bi nav kir.

Parêzer Xalid Umer bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî û partiyên siyasî kir ku yekser û bi awayekî cidî bikevin tevgerê da ku dîplomatên hatine revdandin, bên berdan.

(cx)

ANHA


Mijarên Din