Revandina welatiyan û şewitandina zeviyan li Efrînê didome

Li kantona Efrînê revandina sivîlan bi serkêşiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê didome. Her wiha zeviyên şêniyan jî dişewitînin.

Çavkaniyên ji Efrînê diyar kir ku çarenûsa 3 welatiyên ji gundê Diliya yê girêdayî navçeya Mabata ku beriya salekê hatine revandin, heta niha ne diyar e. Welatiyên hatine revandin ev in: Ehmed Hemûde, Cîger Hisên Xelîl û Luqman Hisên Mehmûd.

Ji aliyekî din ve jî çavkaniyên ji navçeya Şera destnîşan kir ku dagirkeran kalepîrê bi navê Emîd Ebûd Henan (50) ê ji gundê Mareske revand. Çarensa wî ne diyar e û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li navçeya Mabata jî çavkaniyên herêmî got dewleta Tirk a dagirker agir bi zeviyên şêniyên gundê Mîrkan, Birîmce, Kaxra û Rota xistin. Beriya demekê jî dagirkeran agir bi zeviyên heman gundan xist, ji ber wê jî gelek zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.

(bx)

ANHA


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar