Rewşa cejnê li Xezayê: Di nav astengiyan de amadekariya cejnê

"Êdî kel û pel di nav sûkan de tenê ji bo temaşekirinê ne, ne ji bo kirînê." Bi van gotinan bazirgan û firoşkarên filistînî Ebû Musa El-Deqis ji ajansa me re nerazîbûna xwe ji rewşa aborî ya Xezayê anî ziman.

ANHA’yê di gera li sûkên Xezayê de, tevgera sûkê ji bo amadekariya cejna Remezanê çavdêrî kir. Bazirgan, firoşkar û welatiyan diyar kir ku rewşa jiyanî û aborî nahêle ew cejnê pîroz bikin.

Bazirgan ji firotina kêm a kel û pelan di dikanan de bi gazin in, ew diyar dikin ku firotina kel û pelan îsal ji sedî 70 ji salên çûyî kêmtir e û got mewsima îsal a herî xerab e.

Bazirgan Ebo Mûsa ji ANHA`yê re wiha got: "Filistîniyên li Xezayê nikarin tiştekî bikirin, ev yek jî bandorê li tevgera sûkan dike."

Welatiyê bi navê Ebo Mihemed Elî li ser axaftina bazirgan Ebo Mûsa got ku serdanên welatiyan tenê ji bo tamaşekirina kel û pelên li sûkan in û got: "Rast e em nikarin bikirin, lê em hewl didin atmosfera cejnê çêkin."

Beriya niha ajansa UNRWA a alîkariya koçberên Filistînê di meha çûyî de belav kir, tê de hişyarî da ku milyonek filistînî li Xezayê ji ber aloziyên aborî ku UNRWA derbas dibe ku nikare alîkariyên xwarinê belav bike, xetereya birçîbûnê li ser wan heye.

Her wiha di daxuyaniya xwe de got ku ji sedî 80 ji welatiyên filistînî li Xezayê li ser alîkariyên xwarinê dijîn û rêjeya betaliyê ji sedî 50 derbas kiriye.

Ji zêdetirî 12 salan ve ye li Xezayê dorpêça Îsraîlê heye, ji ber dorpêçê aloziyên mirovî, jiyanî û aborî çêdibin.

(jo)


Mijarên Din