Rewşa dawîn a bendavên Hiriye û Firatê

Endamê rêveber ê Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berpirsê Bendava Firatê ya Tebqayê endezyar Mihemed Şêxo destnîşan kir ku mijara kêmkirina mezaxtina kehrebeyê bi miqdara avê ve girêdayî ye. Şêxo tekez kir ku kehrebeya bendavê tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê belavkirin û rewşa bendavan aram e.

Di destpêka gotinên xwe de endezyar Mihemed Şêxo diyar kir ku di meha Remezanê de her 4 komên Bendava Firatê bi tevahiya hêza xwe di dirêjahiya 24 saetan de dixebitin û dê di rojên cejna Remezanê de wisa bimîne tevî 2 komên Bendava Hiriye (Azadî) ya ku her komek jê derdora 25 megawatt derdixe.

Rewşa bendavên Firat û Hiriye aram e

Şêxo rewşa her du bendavên Firat û Hiriye bi biçekî aram e nirxand û tekez kir ku miqdara ava ku li paş bendavê kom bûye bi miqdara derxistina kehrebeyê tehekum dike yanî bi mijara kêmxerckirinê kehrebeyê tehekum dike.

Dewleta Tirk di dirêjahiya van salên dawîn de bi zanabûn hewl dide ava çemê Firatê li paş bendavên xwe kom bike. Bi vê yekê Tirkiyê peymanên navdewletî girêdayî parvekirina avê binpê dike. Di encamê de astên golên bendavên Sûriyê kêm bûn bi taybetî gola Firatê, ji ber wê jî miqdara kehrebeya ku derdixe jî kêm bû û saetên kêmxerckirinê zêde bûn.

Bilindbûna asta avê saetên kehrebeyê zêde kirin

Li gorî Şêxo piştî bilindbûna asta ava Bendava Firatê di van demên dawîn de, bi awayekî balkêş rêjeya saetên kehrebeyê zêde bû û gihaşt 24 saetan. Lê ji ber ku têlên kehrebeyê yên hindek herêman ne baş in, kehrebe bi awayekî baş nagihîje wan herêman.

Stasyona veguhastinê ya sereke ya bendava Firatê bi rêya toreyên voltî yên bilind kehrebeyê tenê vediguhêzin stasyonên belavkirinê yên sereke li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ew stasyon kehrebeyê bi rêxistin dike û li herêmên girêdayî xwe belav dike. Rêveberiya bendavê şêwaza zanistî di derxistin û belavkirinê de bi kar tîne.

4 kom dixebitin û yên din têne sererastkirin

Werşeyên fenî û endezeyê yên Bendava Firatê piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê ji beriya du salan ve, 4 kom ji bingeha 8 komên bendava Firatê sererast kirin, piştî ku çeteyên DAIŞ`ê bi temamî wêran kirine. Niha her 4 kom bi hêza xwe ya herî bilind dixebitin. Ji aliyekî din ve werşeyên fenî xebatên sererastkirina komên din berdewam dikin.

Kêmbûna parçeyên guhertinê li pêşiya werşeyan astengî ye

Li gorî Şêxo pirsgirêka herî mezin ku rastî werşeyan tê, kêmbûna parçeyên guhertinê ne. Ev parçe tenê li derveyî welêt têne peydakirin. Ji ber wê jî komên bendavê bi awayekî demkî dixebitin û eger pirsgirêkek rû bide tu parçeyên guhertinê tune ne heya ku pirsgirêk çareser bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din