`Rewşa Efrînê bi tirs e`

Şêniyeke ku karî ji kantona Efrînê ya dagirkirî bireve, diyar kir ku rewşa kantonê ji ber binpêkirinên ku der heqê sivîlan de têne kirin ji kuştin, revandin û kiryarên dermirovî, bi tirs e.

Di encama kiryarên çeteyên artêşa Tirk a dagirker de li piraniya herêmên Sûriyê yên dagirkirî bi taybet li Efrînê, şêniyên resen neçar dimînin ku ji herêmên xwe koç bikin û li ewlehiyê bigerin.

Şêniya bi navê E.A (40) jî kantona Efrînê ye û ji ber kiryarên çeteyên artêşa Tirk a dagirker reviyaye. Piştî gelek hewldanên derketinê ji kantonê, di dawiyê de digihîje taxa Şêxmeqsûd a Helebê.

Şêniya bi navê E.A. ji ajansa me re tekez kir ku çeteyan bi hinceta ku hevjînê wê endamê HPC`ê bû, dest danî ser mal û milkên wê. E.A wiha got: "Em bawer nakin ku em gihaştin ewlehiyê. Wan dest danî ser zêdetirî 300 darên zeytûnê, 600 rez, mal û milkên me. Wan çeteyan hemû tiştên me birin."

E.A. wiha domand: "Me dixwest em birevin. Ji bilî revê em bi tiştekî din nedifikirîn. Zarokên min biçûk in. Pere jî bi me re tune ye heta ku ez zarokên xwe xilas bikim, eger çete wan birevînin.  Ji ber vê yekê me biryar da em her tiştî li pey xwe bihêlin û ji wan çeteyan dûr bikevin."

Şêniya bi navê E.A. diyar kir ku yek ji serçeteyan ku bi navê Dextor Humis tê naskirin, dest danî ser baxçeyê wan da ku bifiroşe. Her wiha E.A. tekez kir ku wan endamekî ji malbata xwe şandiye cem wî çeteyî da ku zeviya wan vegerîne. Lê red dike û dibêje dê bi 100 hezar lîreyan wek kirê ji bo salekê bide koçberan.

(jo)

ANHA


Mijarên Din