‘Rewşa herêmên “bê çek” bandorek neyînê li ser peymana S400 dike’

Endamê Desteya Rêveber a Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê li Helebê Mihemed Derwîş got: “Rûsya ji nêzîkatiya Tirkiyê ku biryarên lihevkirinê li ser herêma bê çek pêk nayîne aciz e. Ruxmî ku Rûsya muhleta pêkanînê dirêj kiriye, lê ev yek dê bandoreke neyinî li ser peymana S400 bike. Dê têkiliyên her du welatan xirab bike. Ji xwe Amerîka jî vê yekê dixwaze û dixwaze ku peyman têk biçe."

Endamê Desteya Rêveber a Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê li Helebê Mihemed Derwîş  ku ji Idlibê ye ji ajansa me ANHA‘yê re axivî. Derwîş got: "Heger hevpeymana sîstema S400 têk biçe ne dûr e ku hêzên Rejîmê û alîgirên wê bi desteka Rûsiya êrîşî Idlibê bikin."

Derwîş li ser civînên Astanayê ku dê di 25- 26 Nîsanê de werin lidarxistin wiha got:  "Ji bo civînên Astanayê, dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê beriya demekê dabû xuyakirin ku rêya diyalogan xetimîye. Heta niha jî tu çareserî ji aloziya Sûriyê re nanîye.”

Mihemed Derwîş destnîşan kir ku Tirkiye, Rûsya û Îran di wan civînan de li berjewendiyên xwe digerin û wiha domand: "Tevî wan daxuyaniyan, lê welatên grantorên Astanayê hîn jî hewl didin berjewendiyên xwe li Sûriyê pêk bînin. Xuyaye ku civînên Astanayê ji bo aloziyê tiştek nekir. "

Derwîş diyar kir ku Tirkiyê di pêkanîna peymana "Herêmên bê çek” de xwe sîst dike, ev jî bandorekê li peymana S400 dike. Derwîş got: “Rûsya ji nêzîkatiya Tirkiyê ku biryarên lihevkirinê li ser herêma bê çek pêk nayîne aciz e. Ruxmî ku Rûsya muhleta pêkanînê dirêj kiriye, lê ev yek dê bandoreke neyinî li ser peymana S400 bike. Dê têkiliyên her du welatan xirab bike. Ji xwe Amerîka jî vê yekê dixwaze û dixwaze ku peyman têk biçe."

‘Tirkiyê çekên nûjen da El-Nûsra’

Derwîş di berdewama axaftinê de got: “Ez  texmîn dikim ku heger peymana S400 têk biçe ne dûr e ku hêzên Rejîmê bi desteka Rûsyayê êrîşî Idlibê bikin. Ev hêz niha li derdora parêzgeha Idlibê kom bûne, yanî dê şereke mezin li ser erdê biqewime. Wekî tê zanîn Tirkiyê jî çekên nûjen dane çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam yanî Cebhet El-Nusra."

‘Gel dê bibe mertalên zindî’

Mihemed Derwîş destnîşan kir ku dê şer pir giran be û wiha pê de çû: “Wê ji bo gelê Idlibê karesatek be. Ji ber çete di nava sivîlan de ne, dê sivîl bibin mertalên zindî û qurbanî."

Derwîş di dawiya axaftina xwe de got: "Em nikarin çarenûsa herêmên dagirkirî piştî şerê Idlibê û serkeftina hêzên Rejîmê texmîn bikin. Hegre hêzên Rejîmê gihiştin nêzî kantona Efrînê ya ji aliyê artêşa Tirk ve dagirkirî ku siyaseta Osmanî dîsa pêk tîne, wê demê dê hêzên Rejîmê û hevalbendên wê ji aliyekî û artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji aliyekî din ve werin beramberî hev. Lê em nikarin texmîn bikin dê ew rewş çi bi xwe re bîne.”

(bb)

ANHA


Mijarên Din