Rewşa herêmên nêzî herêmên şer, zehmet e

Şêniyên nêzî herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin ji ber ferzkirina Qanûna Qeyser duçarî azaran dibin, her wiha rêxistinên mirovî jî ji ber xetereya wan herêman rewş paşguh kiriye.

Encamên Qanûna Qeyser ji 16`ê Hezîranê ve bandor li giştî herêmên Sûriyê kir. Lê li hin herêman zehmehî ji ber êriş, sûcên şer ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî wan pêk tînin û bilindbûna buhayên madeyan, kêmbûna madeyên xwarinê û tenduristiyê, zêde bûn.

Ji herêmên ku piştî Serêkaniyê û Girê Spî, ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tên toparankirin, navçeya Zirganê ye ku 23 km dikeve rojhilatê Serêkaniyê, 76 gund girêdayî wê ne û ji wan 27 ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.

30 hezar sivîl ji şêniyên navçe û gundewarên derdora wê yên dagirkirî xwe di nava meclisa navçeyê de bi rêxistin dikin, di nava Hêzên Ewlekariya Hundrîn de parastina navçeyê dikin û navenda tenduristiyê ya navçe û nexweşxaneya meydanî pêwîstiyên tenduristiyê ji şêniyan re pêşkêş dikin.

JI BER XETEREYA REWŞA HERÊMÊ RÊXISTINÊN MIROVÎ NIKARIN ALÎKARIYÊ PÊŞKÊŞ BIKIN

Şêniyên navçeyê di nava şer û êrişên li ser herêmê de dijîn. Lê rewşa jiyanî û paşguhkirina rewşa wan ji aliyê rêxistinên mirovî ve dibe sedem ku alîkariyên mirovî negihêjin herêmên di nava eniyên şer de ku ew jî xetên nêzî herêmên dagirkirî ne.

Hevserokatiya navçeya Meclisa Zirganê Salih Mustefa û Hebûn Xalid diyar kir ku ew li gorî xwestekên gel û gazincên wan ji rewşa jiyanî bi rêxitinên mirovî re ketin nava têkiliyan, lê rêxistinan lêborîn xwest û got: "Navçeya Zirganê eniyeke şer e û em nikarin bigihêjin wê herêmê, ji ber ku rewşa wê xetere ye."

Hevserokatiya meclisa navçeyê destnîşan kir ku ew ji ber pirsgirêkên aborî yên ji ber Qanûna Qeyser derketin, her wiha daketina nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî dolar astengî zêde kirin û rêxistinên mirovî rewşa şêniyan paşguh dikin.

Welatiyê bi navê Taha Îso ji navçeya Zirganê ji ber rêxistinên mirovî tu alîkariyan ji wan re naşînin, bi taybet di rewşên heyî de, bi hêrs e. Îso pêşniyar kir ku rêxistinên mirovî bi komîteya kar û barên civakî re têkeve pêwendiyê da ku alîkariyan bişînin û li şêniyên navçeyê belav bikin.

Welatiyê bi navê Salih Silêman Wezo ji gundê Rebîat ê navçeya Zirganê ye û porbir e, wiha axivî: "Tu rêxistinên mirovî li gorî sîfeta xwe ya mirovî kar nakin. Ji ber alîkariya şêniyan nakin û rewşa wan di nava şer de zehmettir bû."

DERMAN LI NAVÇEYA ZIRGANÊ TUNE NE

Piştî ku hatina dermanan qut bû, rewşa navçeyê zehmettir dibe. Li navçeyê 4 dermanxane hene û tenê ji wan yek dixebite, lê dermanên dil, şekir û zextê li gel wê tune ne.

Welatiyê bi navê Mihemed Salih Ebdo ku li dermanê dil digeriya, ji ber tunebûna derman gazinc kir û bang li rêxistinên mirovî û Rêveberiya Xweser kir ku derman peyda bike, bi taybet li herêmên şer.

Gilî û gazincên şêniyên li herêmên şer ku têne topbarankirin der barê paşguhkirina rêxistinên mirovî de, rewşa wan di ber çavan re derbas bike.

Her wiha ji ber êriş û topbaranê, zeviyên çandiniyê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, gelek şêniyan çandinî nekir.

(bx)

ANHA


Mijarên Din