Rewşa Idlibê ber bi ku derê ve diçe?

Aloziya li gundewarên Idlibê didome. Balafirên Rûsya û hikumeta Şamê bi dijwarî herêmê bombebaran dikin. Li gel vê, axaftin li ser nakokî û rêkeftineke nû hene. Gelo rewş bi ku derê ve diçe?

Rûsya û hêzên hikumeta Şamê ji beriya çend rojan ve êrişên xwe yên li ser gundewarên başûrê Idlibê zêde kirin. Ev yek piştî çend saetan ji hevdîtinên di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk hat.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê, giraniya hevdîtinên dualî li ser mijara kêmkirina asta hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Idlibê û pêşniyarên Rûsyayê yên girêdayî komkirina "nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê bûn.

Çavkaniyan diyar kir ku herdu alî li ser van mijaran negihiştin lihevkirinê, ji ber ku berpirsên Tirk xwestin nuqteyên xwe biparêzin.

Ev alozî tevî lihevkirina agirbestê ya Adara borî di navbera Rûsya û Tirkiyê de derket.

'TIRKIYE LI GORÎ LIHEVKIRINAN TEVNAGERE'

Li ser mijarê, rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê Sûrî Malik Hafiz ji ANHA'yê re axivî.

Hafiz got: "Ji lihevkirina rûs û tirkan a di Adara borî de hatibû îmzekirin ve, tu nîşaneyên lihevkirineke dayîm ku li bakur û rojavayê Sûriyê were tesbîtkirin xuya nekirin. Ji ber gelek amûran binpêkirin hîna berdewam e. Ne ji aloziya korona û rageşiyên dosyaya Lîbyayê baye wê beriya mehan ve gûrbûneke leşkerî li herêmê rû dabaya."

Hafiz bal kişand ser vê gûrbûnê û wiha pê de çû:  "Tevlihevîya ku dikaribû di dema borî de an di dema niha de qewimîbe têkildarî nepêkanîna lihevkirina di navbera Rûs û Tirkan de, ku li gorî lihevkirinê; hêzên Rûs bighêjin tevahî herêmên başûrê rêya navneteweyî ya M4, ya din ew e ku Tirkiyê biryara jihevxistina rêxistinên terorîst li herêmê pêk neanî."

'Helwesta Rûsyayê bersiva daxwaza Tirkiyê ya kontrolkirina Til Rifet û Minbicê ye'

Malik Hafiz diyar kir ku gûrbûna beşî ya li Idlibê nîşaneyek Rûsî ji bo çalakiyeke leşkerî ye û wiha domand: "Ev helwesta Rûsya bersiva daxwaze Tirkiyê ya ku Til Rifet û Minbicê kontrol bike. Rûsya dixwaze destpêkê bigihêje herêmên başûrê rêya Heleb- Laziqiyê ya navnetewî. Piştre pêşeroja herêmên din nîqaş bike. daxwaza Rûsya ji wê zêdetir bighêje deriyê Bab El-Hewa. Lê Tirkiyê heta niha erkên ku jê tê xwestin bi cih neaniye, çi girêdayî Heyet Tehrîr Şam an rêxistinên din ên terorîst ên mîna Hurasedîn û Partiya Tikirsan."

Hafiz destnîşan kir ku îhtîmala tevliheviyeke leşkerî diyar heye ku rê li ber Rûsya veke ku ber bi başûrê Idlibê ve bi pêş bikeve.

'NAKOKÎ LI SER ŞIKLÊ LIHEVKIRINÊ'

Derbarê civîna Rûsya – Tirkiyê rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê Sûrî Malik Hafiz got: "Heke di ragihandinê de belav bibe jî lê bawer nakim ku di civîna dawî de nakokî di navbera herdu aliyan de hebe. Lihevkirin di navbera herdu aliyan de heye, lê yên din tenê girêdayî şiklê rêvebirinê ye."

Hafiz diyar kir ku nakokiya di navbera herdu aliyan a ji peymana Moskow ya Adara 2020'an şeklî ye, Rûsya dikarî mijarê di wir de bigire, bêyî ku hebûna hêzên Tirkiyê li herêmê di ber çavan re bigire, lê Rûsya di xeta leşkerî û diyalogan de baş bilîze, lihevkirina Adarê ji bo siyaseta Rûsya li bakurê Sûriyê girîng e.

Derbarê ihtimala encamdana danûstendinek an lihevkirinek di navbera her du aliyan de, Hafiz diyar kir, "Gelek hewildanên Tirkiyê hene ku deverên cûda yên rojhilatê Firatê kontrol bikin, çi li Minbic, çi li Til Rifet, an Kobanê an Eyn Îsayê be. Ez nafikirim ku heya niha rêkeftinek hatibe encamdan, ji bo radestkirina van herêman, Rûsyayê karibû bi pelika şerê cîhadîstên li bakurê rojava manevrayê Tirkiyê bike. Ger Enqere vê yekê pêk bîne, wê demê dikare şiklê forma bandora li herêmê biguhere. "

'RÛSYA SÛDÊ JI VALAHIYA SIYASÎ YA LI WASHINGTONÊ WERDIGIRE'

Hafiz bi domdarî got: "Rûsya dixwaze ji valahiya siyasî ya li Washington a ji ber hilbijartinên siyasî sûdê werbigire û li herêmên ku dixwaze bigihêjê bi pêş bike. Ji bo mijara peymana herêman li beramberî yên din texmîn dikim axaftin li ser hîna zû ye, ji ber him mijarên din girêdayî dosyaya Lîbyayê an Ermenistanê hene."

'OPERASYONEK BI SÎNOR BÊ PEVÇÛN'

Li ser form û sînorên operasyona leşkerî heke dest pê bike, Hafiz got, "Tu operasyona leşkerî li herêmê bi yekbûnek berfireh çênabe. Rûsya naxwaze lihevkirinên bi Tirkiyê re xirab bike, berevajî Îran, ku ev demek e hewl dide bi rêya hêza xwe bandora xwe li vê yekê bike. Rûsya lêçûnên mezin naxwaze. Ew jî hîn bûye siyaseta nêçîrvaniya gav bi gav bimeşîne, ev yek ji dema kontrolkirina bajarê Helebê di dawiya 2016'an de diyar bû, ji bilî vê yekê ku Rûsya dê tirkan bixe rewşek krîtîk di bûyera operasyona leşkerî ya berfireh."

Rojnamevan û şirovekarê siyasî yê Sûrî, di nava axaftina xwe de, rûdana pevçûna Rûsî-Tirkî ya rasterast li Idlib dûr xist û got: “Pevçûna Rûsî-Tirkî li Idlib hema bêje ne mumkine ku pêk were. Her çiqas nakokî di navbera wan de giran bûye jî lê ne mumkine bighêje asta şerê çekdarî. Moskow ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, leşkerî û aborî tazîmat dane Enqere ku wekî şirîkekî xwe yê herêmî ji sala 2017'an ve dibîne. Lê hewl nade ku tiştên ku ava kirine xirab bike. Di navbera wan de projeyên hevbeş hene. Her wiha dosyaya Sûrî ji Rûsyayê re girîng e ya dawî jî mijarên dosyaya Sûrî bi rê ve dibe ku ew dixwaze û plan dike."

ANHA


Mijarên Din