Rewşa Idlibê ber bi ku ve diçe?

Serokkomarê Tirkiyê li ser ragihandinê gefên êrişan li hêzên rejîma Sûriyê yên li Idlibê dike. Dewleta Tirk artêşa xwe û çeteyên xwe li Idlibê kom dike. Hêzên Rejîmê jî amadekariyên şer dikin. Rûsya jî zimanê xwe li hemberî Tirkiyê tûjtir kiriye. Li bermaberî van daneyan çavdêr dibêjin ku aloziya Idlibê ber bi dawî ve diçe.

Carek din serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefên operasyoneke leşkerî  li  hêzên Rejîmê yên li Idlibê xwarin. Erdogan di axaftina xwe ya li pêşberî bloka parlamantoya partiya xwe AKP‘ê de,  got: "Amadekariyên operasyoneke leşkerî ya berfireh bi dawî bû. Niha ez hişyariyeke din didim hêzên rejîma Sûriyê ku ji pişt nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê yên li Idibê vekişin."

Ev gef piştî axaftina wî ya "Diyalogên di navbera Enqere û Moskovayê yên derbarê Idlibê de biser neketin" hat. Demek dirêj li ser axaftina Erdogan re derbas nebû, Kremlin bersiv da, hişyarî da Tirkiyê ku her tevgereke leşkerî li hemberî Rejîmê pêk bîne, dê rastî sînaryoyeke xirabtir were.

Çavdêr texmîn dikin ku Tirkiye ji berê zêdetir amadekariyên şerê leşkerî dike. Ev jî bi rêya teqwiya leşkerên wî li Idlibê diyar dibe. Lê beramberî vê yekê êriş û pêdeçûnên hêzên Rejîmê bi piştgiriya Rûsyayê berdewam in. Lewma piştî van gefan û têkildarî geşedanên li Idlibê divê mirov balê bikişîne ser hincetên destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de.

HEVPYEMANA EDENÊ …DEREWA ERDOGAN A KU DIKE HINCET

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve serokkomarê Tirkiyê ji bo destwerdana leşkerî ya di karûbarên Sûriyê de  bike û êrişên xwe dewam bike û çeteyan ji bo xwe bikar bîne peymana Edenê dike hincet. Peymana Edenê di 1998‘an bi sponseriya Misir û Îranê hatiye îmzekirin.

Li gorî bendên hevpeyamê nabe Tirkiye bi tu hincetan destwerdanê bike, heger destwerdanê bike jî divê bi erêkirina herdu aliyan Sûriyê-Tirkiyê be. Lê Tirkiyê girîngî nade vê yekê û artêşa xwe heta 5 km derbas dike û parastina ewlehiya sînorê xwe dike bihane. Ya rast ew e ku rasterast destwerdanê di Sûriyê de dike, destekê dide komên çekdar û hêzên xwe yên leşkerî di xaka Sûriyê de ava dike.

Zêdetirî carekê Wezareta Derve ya rejîma Sûriyê berisva nêzîkatiyên Tirkiyê dan û got: "Tirkiyê bi destekdayîna komên terorîst ji sala 2011‘an heta niha hevpeyama Edene binpê dike."

Mamosteyê qanûna navdewletî Dr. Ebdulkerîm Şîber li ser mijarê ji ajansa me ANHA‘yê re got: "Tu maf an bihaneyên qanûnî ji Tirkiyê re tuneye ku destwerdanê bike. Ev destwerdan êriş û dagirkirina dewletek xwedî serweriye û li dijî qanûnên navdewletî ne."

Şîber got:  "Herêmên ku artêşa Tirk êrişî wan kirine li gorî qanûnên navdewletî, mirovî herêmên dagirkirî ne. Her nêzîkatiyek ji aliyên Tirkiyê ve li ser axa dagirkirî li gorî qanûnên navdewletî û hemû qanûnên cîhanê batil e. Di heman demê de sûcê şer e. Binpêkirinên xeter ji qanûnên navdelwetî û hevpeymana Romayê ye, ku dagirkirin û destwerdana bi tundî sûcê şer dibîne û dewleta sûc kiriye dê were darizandin.”

Dr. Şîber got: "Civaka navdewletî berpirsyar e, divê tevgera Tirkiyê ya li Sûriyê qedexe bike, li gorî qanûnên mafên mirovan û qanûna cînayetan ku van kiryaran sûc dibîne û bang li dewletan dike ku sûcaran darizîne."

Em vegerin gefên Erdogan, çavdêr texmîn dikin ku derfetên derketina şerekî leşkerî berfireh di navbera Tirkiyê û rejîma Sûriyê de diyar û muhtemel e. Tirkiye dizane ku dê di şerê li Idlibê de binkeftî derkeve, ev jî xwe dispêre du aktoran; ya yekê mafê rêjîmê ye ku welatê xwe ji komên çekdar paqij bike. Ya duyem hemû çalakî ne li ser axa Tirkiyê li ser axa Sûriyê rû didin.

Çavdêrên din dibêjin ku  gefên Tirkiyê tenê di warê gotinan de maye, Erdogan hewl dide ji Şamê û Moskovayê tawîzan bigre, da ku li Idlibê xwestekên xwe yên leşkerî û siyasî qezenç bike. Bi vê yekê zextê li Rejîmê û Moskovê bike.

Li aliyekî din jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê daxuyaniyek bi zimanekî cûda da ku şer dûr dixîne. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çawîşogul got di danûstaninên bi Rûsyayê yên derbarê Sûriyê de nêzîkbûnek hebû.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Ebû Mihdî ji ajansa me re got: "Gûrbûneke leşkerî li Idlibê dûr dibinim.”

Mihemed Ebû Mihdî got: "Ti aliyekî destberdana ji lihevkirina Soçî ranegihandiye, lê di aliyê partîk de Tirkiyê zêdeyî carekê ev lihevkirin binpê kiriye. Çi di aliyê destekdayîna komên çete, çi jî topbarana nuqteyên artêşa Sûriyê hin bi xwe û him jî bi rêya wekîlan. Di encamê de rojekê derbên mezin li artêşê xist û li eniyên Idlib û gundewarê Helebê pêşde ket. Tevgera leşkerî ya Sûriyê li ser erdê piştrast dike ku koordîneyek bi Rûsyayê re heye. Lê ev yek Erdogan aciz dike, lew ra hesabên xwe dîsa di ber çavan re derbas kir. Gelek caran li ser zimanê rayedarên Rûs hişyariyên dûbare guhdar kirin, ku Tirkiye lihevkirina Soçî binpê dike. Ya herî dawî li ser zimanê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bû, ku gotibû, Tirkiyê lihevkirina Soçî bi cih nayîne û destekê dide komên çekdar û artêşa Sûriyê ji tevgerên xwe yên dawî de gav paşde neavêje."

Mihemed Ebû Mihdî wiha domand: "Li gel gefên serokkomarê Tirkiyê yên operasyoneke leşkerî wezîrê derve hewl dide bi rêya axaftinên li ser xurtkirina hevkariyê bi Rûsya û nêzîkirina nêrînan atmosferê xweş bike. "

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Ebû Mihdî di dawiya axaftina xwe de got: “Xuyaye ku Tirkiye gavan paşde diavêje û ji gefxwarinan dûr dikeve. Li beramberî vê artêşa Sûriyê pêşdeçûnên xwe didomîne. Xuya dike ku Tirkiye têghiştiye ku pêkanîna operasyoneke leşkerî dê jê binkeftî derkeve û tiştekî qezenç neke.”

ANHA


Mijarên Din