Rewşa jinan li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de

Komîteya Lêkolîn û Serjimariyan a Kongreya Star dosyayekê bi navê "Jin di bin dagirkeriya dewleta Tirk de" amade kir. Di vê dosyayê de sûcên ku di du salan de li herêmên dagirkirî bi taybet li dijî jinan hatine begekirin, eşkere dibin.

Di vê dosyayê de tundî û sûcên ku ji destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên cîhadî yên girêdayî wê yên li dijî jinên Efrînê, gel, revandin û kuştinê hatine kirin, tên destnîşankirin.

1-DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI BAKURÊ SÛRIYÊ YE

Di Çileya 2018’an de artêşa dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya komên cîhadîst bi hemû çekên pêşketî êrişî kantona Efrînê kir. Di Adara 2019’an de herêm dagir kir û polîtîkeyên çewisandin û dagirkirinê ava kir û demografiya herêmê guherand. Li gorî raporên bibelge, li Efrînê sûcên dermirovî yên xeter hene ku heta roja îro berdewam dikin. Ji ber van êrişan nêzî 300 hezar şênî koçber bûn, anku nêzî nîvê şêniyên Efrînê. Nêzî 175 hezar şênî li nêzî Efrînê li kantona Şehbayê di kampan de dijîn.

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de, dewleta Tirk bi alîkariya komên cîhadîst êrişeke mezin anîn herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li ser xeta sînorê Tirkiyê-Sûriyê. Di encamê de bi sed hezaran şênî koçber bûn. Ev êriş yekser piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji herêmê û li pêş çavên civaka navneteweyî pêk hat.

2-REWŞA LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Li Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê rojane hêzên dewleta Tirk a dagirker û komên cîhadîst sûcên girtinên bêserûber, revandina ciwanan , bi taybet jinan û şantajkirina wan bi hedefa dayîna fîdyeyan pêk tê. Nimûneya wê j, rewşa trajadîk a Zeyneb (50) ku dayika 3 zarokan e. Zeynebe xwest vegere Serêkaniyê ya dagirkirî, lê komên çekdar ew revand û 2 hefteyan girtî hişt. Lê piştî dayîna fîdyeyê hate berdan.

Revandin û girtina bêserûber yek ji rêbazên ku komên cîhadîst ji bo belavkirina tirsê bi kar tînin. Girêdayî mijarê, şêniyên Girê Spî di rewşên herî zehmet re derbas dibin. Ji ber hêmanên bingehîn ên jiyanê mîna av, nan û xwarinê pir kêm in û buhayê kelûpelan bilind in. Li aliyekî din jin ji mafên xwe mehrûm in. Li Girê Spî qedexeye jin bêyî laçikê derkeve.

3-DI ENCAMA ZIHNIYET Û HEDEFÊN DEWLETA TIRK DE, TUNDIYA HEYÎ LI SER CUREYA CINSIYETPARÊZIYÊ PÊK TÊ

Di sûcên belgekirî yên li dijî mafên jin û keçên Efrînê de dermirovî, hovîtî û tundiya plankirî, heqaret, zewaca bi darê zorê eşkere dibin. Gelek keçên temen biçûk îşkence, tundiya fîzîkî û cinsî lê tê kirin ku gelek caran dighêje asta kuştinê. Piranî jin ji tirsa ceza, tundî û tecawîzkirinê ji malên xwe dernakevin. Di dawiya meha Gulanê de gelek jinên Kurd di girtîgehên milîsên girêdayî dewleta Tirk de û li dijî wan sûc hatibûn kirin, hatin dîtin. Her wiha rapor li ser revandin û kuştina rojane  ya jin û keçan hene. Ev sûc eşkere ne ku li dijî mafên mirovahî û dûrî rêgezên mirovî ne.

Bîlançoya ji 20 Çileya 2018’an heta Hezîrana 2020’an a revandin û kuştina jinan li Efrînê wiha ye:

Di 2018’an de (19 jin hatin revandin, 5 hatin kuştin û yek hat rizgarkirin).

Di 2019’an de (50 jin hatin revandin, 4 hatin kuştin û 17 hatin rizgarkirin).

Di 2020’an de (30 jin hatin revandin, 5 hatin kuştin û 13 hatin rizgarkirin).

Ev sûc ji aliyê gelek rêxistinên mafên mirovan mîna Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Navenda Belgekirina Sûcan li Bakurê Sûriyê û Komîteya Lêkolîn û Serijmariyê ya Kogreya Star a Qamişloyê ve hatine belgekirin.

Ev rewşên jinên revandî û yên hatine qetilkirinê hejmareke pir kêm e, ji ber gelek rewş hene ji ber zehmetiyan nehatin belegekirin. Ji ber tu rojnameyeke herêmî yan jî saziyeke herêmî tune ye ku sûcên tundî û binpêkirinên mafên mirovan belge bike.

5-REWŞÊN FERDÎ

JINÊN KU HATINE REVANDIN

Ji dema dagirkirina Efrînê sala 2018’an de, zêdetirî hezar û 564 jin bûn qurbaniyên êriş û tundiyê hêzên dewleta Tirk û komên cîhadîst ên girêdayî wê. Rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrûnê-Sûriye zêdetirî hezar sûcên revandin û windakirina jinan belge kir. Li gorî raporê bi kêmanî 290 jin û zarok bêserûber hatin girtin.

ZEWICANDINA ZAROKAN

Ji dema avakirina pergala demokratiyê li herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qanûneke nû li ser bingeha rizgarkirina jinan hat derxistin. Ew qanûn di 22’yê Cotmeha 2014’an de ji aliyê Buroya Jinan a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ve ket meryetê. Armanca ji qanûnê mafên jinan di pergeha siyasî ya nû de were mîsogerkirin.

Qanûna ku li herêmên Efrîn û Kobanê jî hatin pêkanîn ji gelek xalan girêdayî qedexekirina pêkanîna tundiya li ser jinan, pêk tê. Her wiha di wê qanûnê de ji girîngtirîn azadî û mafan, qedexeya zewaca bizorê ya zarokan hatine diyarkirin.

Bi dagirkirina Efrînê re, mafên ku jinan bi dest xistine, jê mehrûm bûn, zewaca bizorê ya zarokan dîsa hat ferzkirin.

QETILKIRINA JINAN

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê,  ji 20’ê Çileya 2018’an heta 1’ê Hezîrana 2020’an, li Efrînê 50 jin ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û milîsên wê yên cîhadîst ve hatin qetilkirin.

Navenda Lêkolîn û Serjimariyê raporek li ser sûcên ku di navbera 20’ê Çileya 2018’an heta bi 1’ê Hezîrana 2020’an de hatine pêkanîn amade kir. Di serjemariyê de navên jinên hatin qetilkirin, yên hatine revandin û yên li dijî wan şîdet hatiye kirin û dîroka pêkanîna sûcan tên eşkerekirin. Ev yek bi wêne li ser malpera ANHA’yê bê belavkirin.

7-DAWÎ Û XWESTEKÊN ME

Di raporê de tê gotin: "Êriş û sûcên domdar ên li dijî jinan, qanûnên mirovî û navneteweyî bin pê dike. Jin bi hêza vîna xwe garantiya sererastkirina her civakekê ye. Têkoşîna mafên jinan û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi tevahî şêweyên wê, tê wateya têkoşîna parastina civakê û avakirina cîhaneke dirust.

Ji ber vê yekê divê piştevaniya bi xebatên ji bo projeya demokratîk, ekolojî û azadiya herdu zayendan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên kirin.

Bi Rêveberiya Xweser re, rêveberên şînber hatin avakirin da ku karibe hemû pêkhateyê di nava aştiyê de bide jiyîn ku karibe armancên civaka demokratîk bi cih bîne û mafên jinan biparêze. Ji ber vê divê parastina van rêveberiyan li hemberî êrişan were kirin.

 Em Kongreya Star bang li saziyên navneteweyî û aliyên aktîv dikin ku berpirsiyartiya xwe bi cih bînin da ku rê li ber komkujî, qetilkirina jinan û guhartina demografiya herêmê were girtin.

Divê yekser ev xwestek pêk bên:

Divê qada asîmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji balafiran bê qedexekirin.

Ji bo vekişîna hêzên dewleta Tirk a dagirker û tevahî komên çekdar ên girêdayî wê ji xaka Sûriyê divê gavên cidî bên avêtin.

Divê hêza parastina aştiya navneteweyî li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê bê avakirin.

Divê yekser cezayên aborî li ser dewleta Tirk bên ferzkirin û bazirganiya çekan bi dewleta Tirkiyê re raweste.

Divê yekser alîkariyên mirovî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bên şandin.

Divê destur bê dayîn ku rêxistinên mafên mirovan derbasî herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bibin da ku rewşa li ser erdê bişopînin.

Divê sûcên qirkirina komî û qetilkirina jinan werin rawestin, her wiha divê dewleta Tirk bê darizandin, komên cîhadîst ên hevalbendiya wê bên girtin û pêşkêşî edaletê bin.

Divê dadgeha sûcan a navneteweyî ji bo dadgehkirina sûcên şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin."

Komîteya Lêkolîn û Serjimariyê ya Kongreya Star a Qamişlo, Pêngava "Jin Rojava Diparêzin" ku beşek ku beşek ji Komîteya Doplomatîk a Kongreya Star e ev dosya amade kir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din