Rewşa kampa Til El-Bîa di Remezanê de

Bi giştî koçberên ku ji ber şer ber bi herêmên Reqa û gundewarê wê ve koçber bûne, ji ber kêmbûna alîkariyan zehmetî û astengiyan dibînin. Lê di meha Remezanê de azarên wan li gel tunebûna ava sar li ser fitarê û ronahiya ku sifreya paşîvê ronî dike, zêde dibin.

Astengî û zehmetiyên koçberên tevahiya kampan ji tevahiya aliyan ve di meha Remezanê de zêde dibin. Ji ber ku rêxistinên ku soza pêşkêşkirina alîkariyan dane, sozên xwe neanîn cih.

Di kampa Til El-Bîa de 150 malbat dimînin û yek ji kampên gundewarê Reqayê ye. Di Sibata 2018`an de dest bi pêşwazîkirina koçberan ji herêmên gundewarên Hema, Hims û herêmên ku şer lê rû didin, kir.

Tevî rewşa kampê ku ji jiyanê re ne guncaw e, şêniyên kampê neçar man bi tûrikan û betaniyan konên xwe çêkin da ku xwe ji germahiya havînê û sermaya zivistanê biparêzin. Şêniyên kampê ji salek û nîv ve tiştek ji rêxistinan wernegirtine. Tevî tunebûna toreya kanalîzasyonê, ew jî dibe sedema belavbûna nexweşiyan di nav koçberan de, bi taybet zarok bi nexweşiya laşmanya dikevin.

Tevî wê jî kehrebe, av û xwarin li kampê tune ye. Tenê şêniyên gundên derdora kampê alîkariya şêniyan dikin.

Lê ji pirsgirêkên herî girîng ku rastî koçberan tên, aliyê tenduristî ye. Tunebûna nuqteyeke tenduristiyê di nav kampê de, azarên koçberan zêde dikin, bi taybet ên jinên ducanî.

Zarok ji zarokatiya xwe mehrûm mane

Hinek zarokên kampê pêxwas, hinek cilên diriyayî li xwe kirine û hinek jî birçî ne. Tevî wê jî dezgehên perwerdeyê di nav kampê de tune ne. Lê ya girîng li gel zarokan tenê xwendin û lîstina ku jê ji salan ve mehrûm mane.

Fida El-Hesen koçbereke kampa Til El-Bîa ye. Fida behsa azarên xwe di nav kampê de kir û got: "Ji 5 salan ve em ji malên xwe ber bi Reqayê ve ji ewlehiyê derketin. Lê rewşa me roj bi roj di meha Remzanê de ji ber germehiya bilind dijwartir dibe."

Ji aliyê xwe ve koçbera bi navê Meryem El-Mihemed paşguhkirina rêxistinên ku soza pêşkêşkirina alîkariyan dane, destnîşan kir û got: "Gelo ew rêxistinên ku banga mirovahiyê dikin li ku derê ne? Em ji mehan ve nedîtine."

Koçberan bang li rêxistinên navdewletî û NY`yê kir ku rewşa wan a trajedîk di ber çavan re derbas bikin bi taybet zarokên ku bûne qurbanên şer. Alîkariyan û cilan ji wan re pêşkêş bikin, ji ber ku piraniya zarokan pêxwas di nav kampê de dimeşin.

Rêxistin kampên bêserûber ên ku bi awayekî mezin di bajarê Reqayê de belav bûne, paşguh dikin û tenê miqdarên hindik ji alîkariyan ji wan re pêşkêş dikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din