Rewşa kampa Vegerê çawa ye?

Şêniyên Efrînê yên li kampa Vegerê, di nava meclis û komînan de xwe birêxistin dikin. Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê jî alîkariyê ji wan re pêşkêş dike. Di vê çarçoveyê de şêniyan tekez kirin ku ew ê Efrînê bi têkoşîna xwe rizgar bikin. 

Piştî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser kantona Efrînê, şênî neçar man ji malên xwe derkevin û ber bi kantona Şehbayê ve biçin. Ji ber vê yekê di malên xerabûyî û kampan de bicihbûn. Yek ji van kampan, kapmpa Veger e ku bi dehên malbatan tê de bicihbûne.

Kampa Veger a  dikeve rojhilatê gundê El-Ziyara ya Şêrawa girêdayî kantona Efrînê ye. Kamp di Mijdara 2018’an de ji bo pêşwazîkirina şêniyên Efrînê hat avakirin.

Di vê derbarê de dirêjahiya kampê 400m û firehiya wê jî 100 m ye. 93`ê malbatên ji Efrînê tê de bicihbûne. Kamp ji aliyê bakur ve xwedî çoleke çargoşe ye, ku bi dirêjahiya 60 û firehiya 60 mereyî ye. Şêniyan tê de dar û gel çandine.

Têkildarî mijarê kampa Veger xwedî gelek nuqteyên xizmetê ne. Ji wan jî nuqteya tenduristiyê ku girêdayî Heyva Sor a Kurdî ye, herwiha xwedî dibistanek qonaxa seretayî ye. Kamp ji meclisek û komînekê pêk tê. Bi awayekî mehane alîkariyan li şêniyan belav dike.

Di vê çarçoveyê de av li şêniyan tê belavkirin û her roj nêzî 100 bermîlî tê xeckirin, herwiha rojane 7 saetan kehrebê didin kampê.

Têkildarî mijarê Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî meclisa kampê xizmeta şêniyan dike. Li ser vî esasî bi rasthatina demsala havînê re 89 sarinc û 88 perwanên biçûk li şêniyan hatin belavkirin. Di heman demê de jî komîteya Heyva Sor a Kurdî dermanê kuştina çirçirkan ku nexweşiyan derdixîne reşandin. Di vê derbarê de endamê komîteyê got ku ew ê di rojên pêş de hîn zêdetir derman bireşînin.

Têkildarî rewşa şêniyan, şêniyên li kampê rojane astengiyan dikişînîn. Zehmetiyên herî berçav rewşa germahiyê û kêmbûna dermanan e. Ji ber aliyên navdewletî derman pêşkêş nakin. Şênî li herêmê zehmetiya kêmbûna derman dikişînin.

Di vê çarçoveyê de Hevseroka kampa Veger Dilvîn Îbiş got ku meclis gelek xizmetên wekî av, kehrebe û locistîkê pêşkêşî şêniyan dike û wiha pê de çû:"Şêniyên li kampê bicihbûne, xwedî moralekî bilind in û heta pêkanîna armancên xwe, dê li ber xwe bidin û têbikoşin."

Herwiha şêniyê bi navê Mehmûd Mistefa ku niha li kampê dimîne got: “Ti tişt rê li pêşiya berxwedana me, ya ku dîrok wesif kiriye nagire. Her wiha tekez kir ku ew ê Efrînê rizgar bikin. Mistefa bang li aliyên peywendîdar kir ku destê alîkariyê dirêjî şêniyên li Şehbayê bicihbûne bikin.”

Şêniyê bi navê Azîz Mamo bal kişand ser bêdengiya li dijî binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û lêkirina dîwarê parçekirinê ku li Efrînê lêdike û wiha anî ziman: "Ji bo rêxistinan şermeke, ji ber ku bi navê mafên mirovan bang dikin."Azîz Mamo di dawiya axaftina xwe de got ku Efrîn ji şêniyên xwe re ye, dagirkeriya Tirkiyê dê nikaribe dîmografiya wê bigure.

(eh)

ANHA


Mijarên Din