Rewşa koçberên li kampa Waşûkanî xeter e

Rêxistinên navdewletî alîkariya koçberên li kampa Waşûkanî nakin û barê koçberan dikeve ser milê Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd.Koçber bang li dewletên cîhanî kirin, ku çeteyan ji xaka wan derxînin.

Li kampa Waşûkanî zêdetirî 4 hezar koçber bicihbûne, rewşa wan zor e û barên wan dikeve ser milên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Heyva Sor a Kurd, li gel ku herêmê dorpêçkirî ye.

Ji ber rêxistinên mirovî alîkariya koçberan nakin, kel û pelên heyî jî nagihêje hemû koçberan.Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd kel û pelên wekî cil, nivîn û sotemeniyê li gorî derfetên xwe belav dikin.

Demsala Zivîstanê ye û rewşa konan dijwar e, di rojên dawîn de baran zêde bariya û ji ber Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd berî wê amadekarî nikiribûn, hejmark ji konan li ber barê çûn.

Di vê derbarê de apê Şêxmûs Elî Taha ku ji Serêkaniyê koçberbûye ji ajansa me re wiha serpêhatiya xwe wiha got: “Ji ber topbarana artêşa Tirk em ji herêmên xwe derketin û me rihê xwe parast, ti kes di bin topbaranê  namîne. Niha jî rewşa kampê dijwar e û kel û pelên debara werza zivistanê tun ne, malbata min ji 15 kufletan pêk tê û rewşa debara me zehmet e.”

Apê Şêxmûs da ku debara xwe û kufletên xwe bike zebze û fikiyan difiroşe. Şêxmûs got: “Artêşa Tirk mala min dizîne, ji ber vê yekê min hema berakiyek piçûk vekir û tê de zebze û meywan bi pereyekî hindik difiroşim koçberan.”

Apê Şêxmûs wekî her kesî hêviya vegera li malê dike û wiha dibêje: “Ez tenê vegera li war û mala xwe dikim, lê belê berî ez vegerim bila çeteyên dagirker ji warê me derkevin.”

Her wiha apê Hisên Mihemed ku ji  Serêkaniyê ye wiha dibêje: “Rêxistinên mirovî alîkariya me nekirin, dem sala zivistanê ye û baran dijwar e. Li gel ku zarokên me ji ber baranê nexweş dikevin.”

Apê Hisên di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku heke çete li gund hebin ew ê li gundê xwe venegerin û bang li dewletên cîhanê kir, ku wan çeteyan ji warên wan derxînin.

Lê belê zarokê bi navê Abdulqadir Hisên ku ew jî wekî bi hezaran zarokan ji mafê xwendinê bê par ma, hêviya vekirina dibistanê li kampê kir û wiha pê de çû: “Çeteyên Tirkiyê herêma me tar û  mar kirin, ez dixwazim dibistanekê û yarîgehegê li kampê were vekirin.”

Tê zanîn ku ji ber êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sed hezaran şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî, Tiltemir û herêmên nêzî sînor ber bi herêmên bi ewle çûn, ji ber vê yekê Rêvberiya Xweser kampa Waşûkanî li Hesekê vekir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din