Rewşa malbatên DAIŞ’ê dê çi lê bê?

Li kampa Holê ku girêdayî kantona Hesekê ye, 26 hezar jinên DAIŞ`î dimînin. 36 komên cuda xebatê di nava kampê de dimeşînin. Komeleyên herêmî û rêxistinên ji gelek aliyên cîhanê, rewşa malbatên DAIŞ’ê paşguh dikin. Ya herî xeternak jî fikra DAIŞ’ê ye ku di nava malbatên wan de heye û xetereya belavbûna firka DAIŞ’ê zêdetir dike.

Çeteyên DAIŞ`ê di sala 2014`an de bi navê “Dewleta Îslamê ya Iraq û Şamê” belav bû û di demeke kin de herêmên berfireh ên Iraq û Sûriyê dagir kirin. Çeteyan sînorên Tirkiyê yên Sûriye û Iraqê bi kar anîn û bi rêya Tirkiyê ew çete derbasî dewletan kirin. Di heman demê de desteka lojîstîk û aborî ji Tirkiyê wergirtin.

QSD’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAIŞ ji aliyê leşkerî ve têk bir. QSD`ê di 23`yê Adarê de ragihand ku baregeha dawîn a DAIŞ’ê ku li Baxozê bû, hate rûxandin.

Bi hezaran sivîl ji herêmên di bin desthilatdariya DAIŞ’ê de hatin rizgarkirin. Lê bi wan re bi hezaran malbatên DAIŞ’î jî xwe teslîmî QSD’ê kir. Niha li kampa Holê zêdetirî 11 hezar jin û zarokên DAIŞ`ê yên biyanî dimînin. 3 hezar û 318 kon ji wan re hatine vedan. Kamp li ser rûbereke 2 hezar metre çargoşe hatiye avakirin.

Li aliyê rastê yê kampê, kampeke cuda ji jinên çeteyên DAIŞ`ê yên Sûrî û Iraqî re hatiye vekirin. Di nav kampê de derdora 15 hezar kes ji malbatên çeteyan dimînin.

QSD’ê ji sala 2015’an ve di operasyonên leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê de bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan girtin. Hejmara wan di qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ya pêngava Bagera Cizîrê de zêde bûn. Bi hezaran malbatên DAIŞ`ê xwe radestî QSD`ê kir.

QSD’ê jî malbatên çeteyan veguhastin kampa Holê ya ku dikeve rojhilatê kantona Hesekê.

Dema mirov di nav kampê de bigere û dîmenan bikişîne, ji dijûnên (çêr) ku jinên DAIŞ`ê dikin, xilas nabe. Gotinên wan ên nebaş hişmendiya wan a terorîst û tundraw rave dikin. Dema mirov di nav kampê de digere, deqeyek bê rasthatina tengezarî û lêdanên jin û zarokên DAIŞ’ê derbas nabe.

Ev yek li ser civakê xetereyeke mezin e. Eger ev zarok li ser vê hişmendiyê mezin bibin, dê vê fikrê belav bikin. Ji ber wê eger civaka navdewletî nelive, dê bêdengiya wan derfetê bide belavbûna vê hişmendiyê.

Jixwe QSD`ê jî bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku wan DAIŞ ji aliyê leşkerî ve têk biriye, lê hîna jî xetereya şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û hişmendiya wê heye.

Di vê pêvajoyê de ji nû ve perwerdekirina kesên li kampa Holê dimînin, girîng e. Divê ji bo wê gelek ked bê dayîn. Li kampê 36 aliyên sivîl û hikumî di nav kampê de dixebitin, tevî Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor jî hene. Xebatên wan di warên xedemî û lojîstîk de dimînin. Ev rêxistin ji perwerdekirina kesên li kampê dûr in.

Pêşkêşkirina alîkariyên xedemî û tenduristî, tiştekî ne şaş e û ew pêwîstiyek e, lê ya herî girîng aliyê zanistî û ji nû ve perwerdekirinê ye. Ev xebat eger pêk were, dê mekanîzmaya xebatên rêxistinan baştir bike. Ji mekanîzmeya belavkirinê bigire heya guhertina hişmendiya wan kesan da ku jiyana xwe ya asayî berdewam bikin, ev perwerde pêwîst e.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bangewazî li dewletên herêmî û navdewletî kir ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î wergirin. Piştî ku dewletên herêmî daxwazên Rêveberiyê red kirin, vê carê jî Rêveberiyê ji bo darizandina çeteyan banga avakirina dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Rêveberiya kampê bangewaziya ji nû ve perwerdekirina kesên li kampê kir. Gelo aliyên ku di nav kampê de dixebitin dê bersiva bangewaziyên kampê bidin an na? Eger projeyeke berfireh ji bo perwerdekirina van kesan neyê danîn, dê rewşa heyî aloztir bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din