Rewşa perwerdeyê li herêmên nû hatin rizgarkirin nîqaş kirin

Buroya Karûbarên Mirovî bang zêdekirina alîkariyan ji bo koçberan û pêşxistina beşê perwerdeyê li herêmên nû hatin rizgarkirin, li rêxistinên mirovî kir..

Buroya Karûbarên Mirovî ya Bakur û Rojhilatê Sûriêy civîna xwe ya asayî li avahiya Desteya Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayê li dar xist. Di civînê de hevserokên Buroya Karûbarên Mirovî Ebdulqadir Miwehed û Zozan Elûş û nûnerên rêxistinên mirovî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin amade bûn.

Hevserokên buroyê rewşa xizmetguzarî û tendirustiyê li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrove kirin û bal kişand ser kêmbûna alîkariyê ji hêla rêxistinan ve. Hevserokan diyar kirin ku rêxistinên mirovî erka xwe ya li hemberî kampên baş pêk nayînên û rewşa li kampan paşguh kirine.

Beşdaran li ser zêdekirina alîkariyan ji bo beşa perwerdeyê, bi taybet li herêmên gundewarên rojhilatê Dêrazorê yên nû hatin rizgarkirin, lihev kirin da ku hişmendiya çeteyên DAIŞ‘ê ku di civakê de belav kiribûn ji holê were rakirin.

Buroyê bal kişand ku divê kar û projeyan di navbera rêxistin û desteyên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de were koordînekirin.

Her wiha beşdaran li hev kir ku divê her rêxistinek derbarê tevgera xebatên endamên xwe û cihê lê dixebitin Buroya Karûbarên Mirovî agahdar bike, ku tevgera wan hêsan bikin.

Li dawiya civînê beşdaran li ser asta bilindkirina rewşa xizmetê û piştevaniya mezin ya ji koçberên kampan re, bi taybet kampa Holê ya ku hejmar xwe zêde bûye, li hev kir. hejmara koçberên li kampa Holê 72 hezar e.

(fr)

ANHA


Mijarên Din