Rewşa perwerdeyê li Kobanê di navbera xwestekê û girîngînedanê de ye

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê perwerdeya bi rengê "Online" didomîne, piştî ku dibistan û zanîngeh ji ber pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) hatin girtin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya tedbîrên parastinê ji şewba Koronavîrusê de navber da dibistan, zanîngeh û akademiyan. Ji bo ku xwendekar ji perwerdeyê qut nebin rêveberiyê biryar da ku perwerde bi rengê "online" dewam bike.

Li herêma Firatê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo xwendekarên zanîngehê, şêwazê weşana zindî bi kar tîne. Bi armanca ku xwendekarên asta amadehî jî waneyan qeyd dike wane li ser kenalên Youtube têne parvekirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ji bo parvekirina waneyan bi rêya înternetê, bi Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê re koordîne dike. Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê dîmenên taybet ên waneyên ji refa  şeşan a seretayî û heta refa 11`an a asta amadehî, belav dike.

Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê jî tenê wanayên refa sêyemîn a asta amadehî (lîse) diweşîne.

Piştî çend hefteyan ji bikaranîna vê şêwazê nû yên perwerdekirinê, xuya ye ku wane nagihin hemû xwendekaran û tevlêbûna wan ji waneyan re sînordar e û ne li gorî asta ku tê xwestin.

Kamereya ANHA‘yê sîstema nû ya  perwerdeyê li herêma Firatê ji nêz ve şopand. Li gorî şopandinê, tevlêbûna xwendekaran lawaz e û bi dûrketina ji dibistanan re êdî gelek xwendekar girîngiyê zêde nadin perwerdeyê. Her wiha sedemên wekî qutbûna kehrebê, lawazbûna înternetê, mijûlbûna hinekan bi kar re û tunebûna çavdêriya li ser xwedekaran, li pêşiya pêkanîna armancên tên xwestin dibin asteng.

Berdevkê Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê Ridwan Deharo dibêje ku ji ber belavbûna vîrusa (covid-19) ew neçar man ku şêwazê perwerdeya "Online" bi kar bîne. Armanc ew e ku alîkariya xwendekaran bikin  da ku ji perwerdeyê qut nebin, bi taybetî ji bo xwendekarên ku li ber ketina zanîngehê ne.

Li bajarê Kobanê 20 mamoste waneyan qeyd dikin û diweşînin, ku hemû waneyên meteryala lîseyê digire nava xwe. Rojane, 3 wane li ser kenalên ku li ser malperên tevna civakî hatine veqetandin, tên weşandin.

Her wiha hin mamosteyan însyatîfên ferdî dest pê kirine û li ser bernameya Whatsapp`ê waneyan parve dikin û bi xwendekaran re nîqaş dikin.

Deharo wiha domand: "Em dizanin ku ev sîstema wanedeyînê, girîngiya tê xwestin ji xwendekaran  negirt. Her wiha di gihiştina agahiyan de berevajî dibistanan, lawazbûn heye û ji ber pirsgirêkên teknîkî waneyên xwe paşguh dikin."

Her wiha destnîşan kir ku ji bo waneyên ku xwendekaran di rewşa qedexeyê de nestandine, planekê lêkolîn dikin.

Li Zanîngeha Kobanê ku ji beriya du hefteyan ve dest bi perwerdeyê kiriye, 25 mamoste bi rêya perwerdeya Online kar dikin.

Cîgira hevseroka Zanîngeha Kobanê Şirîn Muslim wiha dibêje: "Ji sedî 60 ji xwendekaran waneyan dibînin. Di rojên pêş de  em ê şêwazê perwerdeya li zanîngehê diyar bikin."

Xwendekarê bi navê Izzet Şêx Hesen ku xwendekarê sala yekê yê beşê laboratoriya tenduristî ya Zanîngeha Kobanê, wiha got: "Sîstema nû ku rêveberiya zanîngehê bi kar tîne, hinekî ji bo xwendekaran zehmet e. Em gelek pirsgirêkên wekî qutbûna kehrebê û lawazbûna înternetê dikşînin."

Mamosteyên zanîngehê dîmenên semîneran amade dikin û li ser malperên tevna civakî, belav dikin ku xwendekar jî beşdarê bûne.

Şêx Hesen dibîne ku perwerdeya li zanîngehê ji perwerdeya Online baştir e.

Xwendekara bi navê Rodîn Mihemed jî ku di beşê Wêjeya Kurdî de dixwîne, wiha diyar kir: "Sîtema nû ya perwerdeyê bû sedema gelek pirsgirêkan ji xwendekaran re. Bi taybetî xwendekarên li gundan.  Ji ber tunebûna kehrebe û înternetê, her wiha mamoste baş li gorî bernameya weşana waneyan tevnagerin û demên ji bo her kesî guncew hilnabjêrin."

Dibistan û zanîngeh  ji ber xetertiya belavbûna şewba Koronayê, li pêş xwendekaran girtî ne. Der barê pêşeroja xwendekarên îsal de û encamên ku dê bi dest bixin, her wiha dê derbasî sala xwendinê ya nû bên kirin an na, hîna li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tiştekî diyar tune ye.

(cx)

ANHA


Mijarên Din