Rewşa Sûdanê xeternak e: Efserek û 4 xwepêşandêr hatin kuştin

BBC’yê ragihand ku di encama şerê çekdarî li qada xwepêşandanê ya li pêşiya navenda fermandariya giştî ya artêşê 5 kes, di nav de efserekî artêşê, hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê diyar kir ku efserekî artêşê û 4 kes hate kuştin û bi dehan ji xwepêşandêran bi guleyan li derdora qada xwepêşandanê, birîndar bûn.

Meclisa leşkerî daxuyaniyek da û tê de wiha got: "Aliyên ku bela xwe li şoreşê didin ji encamên ku em gihaştinê aciz bûn, hewl didin hemû hevpeymanên em digihîjinê xerab bikin û welêt ber bi tarîtiyê ve bibin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Komek derbasî herêma xwepêşandanê û gelek cihên din bû û dest bi bangên bilindkirina bûyeran ji reşandina guleyan û xerabkirina ewlehiya li herêma xwepêşandanê û derveyî wê kir."

Komîteya Tenduristiyê ya Navendî ya Sûdanê ragihand ku piştî gulereşandina li derdora xwepêşandanê, 4 kes hatin kuştin û gelek kes bi giranî birîndar in.

Ev geşedan piştî çend saetan ji ragihandina hevpeymana di navbera Meclisa Leşkerî û hêzên azadî û guhertinê li ser çêkirina desthilatê û erk û desthilatdariyên li ser 3 astan (desthilat, rêveberiyê û zagonsazî) pêk hat. Lê berdevkê meclisê Şems El-Dîn Kebaşî û berdevkê Hêzên Azadiyê Taha Osman Îshaq detayên hevpeymanê parve nekirin.

(jo)


Mijarên Din