Rewşa serokê Tûnisê "kirîtîk e"

Serokê Tûnisê El-Bacî Qayid El-Sebsî ji ber nexweşiyeke giran rakirin nexweşxaneya leşkerî. Şêwirmendê Tûnisê ragihandin ku rewşa El-Sebsî kirîtîk e.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Reutersê, El-Sebsî hefteya derbasbûyî rakiribûn nexweşxaneyê, lê rayedarên serokatiyê wê demê gotibûn ku nexweşiya wî sivik e.

El-Bacî Qayid El-Sebsî ji ber nexweşiya wî giran bû, îro rakirin nexweşxaneya leşkerî. Şêwirmendê Tûnisê ragihandin ku rewşa El-Sebsî kirîtîk e.

El-Sebsî 92 salî ye. Di Nîsana sala derbasbûyî de ragihandin ku ew naxwaze bibe bernamzetê hilbijartinên serokatiya Tûnisê ku tê payîn di Mijdara bê de pêk werin.


Mijarên Din