Rewşa siyasî ji jinên Dêrazorê re hate şîrovekirin

Komîteya Jin a Meclisa Qanûnsaz a Dêrazorê bi civînekê rewşa siyasî ji jinên gundewarê rojavayê Dêrazorê re şîrove kir. Di dawiyê civinê de daxuyanî hate dayîn.

Civîn di hola civînan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê de li bajarokê El-Kesrat bi amadebûna bi dehan jinên herêmê, endamên rêveber ên Mala Jinan li dar ket.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Hevseroka Meclîsa Qanûnsaz a Dêrazorê Melek El-Ibrahîm, rewşa dawî girêdayî êrişên dagirkeriya Tirk û DAIŞ`ê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên der heqê jinan de tên kirin, anîn ziman. Her wiha girîngiya ku jin rola xwe di vê pêvajoyê de xurt bike hate destnîşan kirin.

Di civînê de, endama rêveber a Mala Jinan a bajarokê El-Kesrat Fatme El-Mehel aixvî û destnîşan kir ku rêkeftinên piştî êrişên  dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navbera dewletên mezin de hatine pêkanîn, nûnertiya gelê Sûriyê nakin. Her wiha diyar kir ku lihevkirina radestkirina hin herêmên ji aliyê QSD‘ê ve hatine rizgarkirin ji bo hêzên rejîma Sûriyê tenê siyasî ye, ji ber erka rêjîmê ye serweriya sînorê herêmê biparêze.

Di dawiya civînê de daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Mala Jinê Şehrezad El-Casim ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Jinên Sûriyê bi giştî û jinên Dêrazorê bi taybet, êriş û binpêkirinên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser jinên Bakurê Sûriyê, şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tirkiyê bi navê kaniya aştiyê êrişî dikin, sivîlan dikujin û çekên qedexekirî bi kar tîne û wiha hate domand: "Gelo behsa kijan aştiyê dike, ev kaniyê terorê ye, kuştin û kokçberkirinê ye. Armanca van êrişan têkbirina projeya netewa demokratîk e û çewisandina mafê jinê ye."

(rr)

ANHA


Mijarên Din