Rewşa Sînemaya Kurdî

Gelek astengî li pêşiya Sînemaya Kurdî hene. Hinek jê girêdayî nasnameyê ne, hinek girêdayî pîşeyî, pisporî tevî dozên siyasî û pirsgirêkên aborî ne. Ajansa me li gel derhêner Hozan Ebdo li ser astengiyên pêşiya sinemaya Kurdî û rewşa wê hevdîtinek pêk anî.

Hozan Ebdo di sala 1991`yan de li gundê Gazê yê girêdayî Herêma Efrînê ji dayîk bûye. Derçûyê zanîngeha Rûsyayê Vgik, beşê derhênerî ye. Heman demê de di Paymengeha Bilind a Sînameyê ya Misirê de asta bilind qedendiye.

Di destpêka hevpeyvînê de derhêner Hozan Ebdo behsa mijara nasnameya sînemaya Kurdî kir û got: "Wek sînemager û şanogerên Kurd em li tevahiya cîhanê belav bûn û me di zanîngeh û paymengehên derve de sînema xwend. Me hewl dida nasname û hebûna sînameya Kurdî vedîta û me propoxandeya wê û fîlmên wê bikira. Mijar gelek girêk û zehmet bû ku em ji heval û mamosteyên xwe re şîrove bikin. Min nasnameya Sûriyê rakiriye gelo çawa fîlmê min Kurdistanî be?

Gelek dijwar e ku bûyerên dîrokî yên gelekî ku ji hezaran salan ve  ê çewisandin û pê nayê îtîrafkirin werin belge kirin. Ew jî gelê Kurd e. Em hemû dizanin ku piştî hilweşîna dewleta Osmanî derfet çênebû ku Kurdistan mîna Sûriyê, Iraq, Lubnan, Urdin û hwd bibe dewlet û axa wê li ser çar dewletan hate parvekirin, beşek biçûk di dewleta Ermîniyayê de ye."

Sînameya Kurdî hewl dide derkeve qada hunerî

Hozan wiha domand: "Em di nav hevdu de nakok bûn, gelo em navê wê bikin çi? Gelo çawa sînemayek Kurdî beyî hebûna Kurdistanê qal bikin? Mînak gelo fîlm Sûrî be û bi zimanê Kurdî be yan jî fîlm bi zimanê Kurdî be, derhêner û berhemdanê wê Kurdî be û doza gelê Kurd nîqaş dike ew dibe fîlmê Kurdî?

Di rastiyê de ev mijar hinekî aloz e. Sînemager bi xwe li ser prosesa sinifandina fîlman li ser welatan nakokin. Hinek dibêjin divê fîlm bi zimanê welat be û pirsgirêka wî welatî çareser bike. Hindek haletan de ev şert pêkan in lê derhêner û tîma fîlmê ji welatekî din in."

Binpêkirina rola berhemdanê ji pirsgirêkên herî mezin e

Derhênerê Hozan Ebdo di hevpeyvînê de wiha got: "Ez bawer im ku fîlm girêdayî aliyê ku berhema wê kiriye, yanî girêdayî dewletê ku berhem kiriye ye. Pirsgirêk di vir de ye. Gelek fîlm hene du dewletan an jî zêde berhem kirine. Wê demê fîlm dê girêdayî her du dewletan be. Mijar di heman demê de hêsan û diijwar e, lê li ser asta navdewletî fîlm girêdayî dewletan berhem didin.”

Pirsgirêkên Sînemaya Kurdî

Girêdayî mijarê Ebdo wiha domand: "Pirsgirêka rastîn a ku sînemageriya Kurdî rastî wê tê di roja me ya niha de bi destpêka ragihandina federaliya Kurdî li Iraqê bû. Di warê sînemageriyê de gelek valahî heye. Tevî wê jî tunebûna makenîzmeya praktik û zanistî ji bo birêvebirina vê pîşeyê û naskirina wê tune ye. Ji aliyekî din ve tevaheviya aborî ya sînemageriyê, wek mînak dema tu bixwazî biçî Kurdistanê û tu bêjî ez Kurdê Îranê, Sûriyê yan jî Tirkiyê me û tu yê fîlmekî girêdayî Kurd çêbikî, tu yê destekek tevlihev bi dest bixî. Li Iraqê di rêjeyek mezin de dizî heye, dema lêçûna fîlmê hezar dolar be, 20 hezar dolar dixwazin.

Lê Kurdên Iraqê sînema wek warê perebidestxistinê ji xwe re dîtine. Ji ber wê bi sedan derhêner derketin, mebesta min ne derhênerên akademîk in. Lê belê derhênerê ku derfetan bi kar tînin û li ser hesabê derhênerên akademîk hildikşin. Derhênerî di teşeya xwe ya derve de hêsan e. Piştî kişandina dîmena giştî, pêwîst e tu dîmenek navîn yan jî nêzîk bikşînî ev tişt bingeh e û têrê dike ku tu bibî çêkerê fîlm ê. Lê tu nabî derhêner. Ew derhêner ne tenê derfet bi kar anîn, şerê derhênerên akademîk jî dikin. Ji bo şîrovekirina rewşê bi awayekî bêtir ez mînakekê bidim. Ciyawaziyek mezin di navbera bijîşka jinan û pîrikê de heye, ruxmî ku her du dizanin jinan biwelidînin."

Sendîqaya Hunermendan a Kurdistanê endamtiya wî qebûl nekir

Hozan Ebdo tecrubeya xwe ya kesayetî di warê sînemageriyê de li Herêma Başûrê Kurdistanê anî ziman û got: "Piştî ez ji pamengeha Bilind a Sînamegeriyê ya Misirê derçûm, min berê xwe da Herêma Başûrê Kurdistanê. Tişta yekser hate bala min Sendîqaya Hunermendan bû. Ji ber ku li Misirê min bihîst ku Sendîqaya Misirê desteka lojstîk pêşkêşî Sendîqaya Kurdî dike. Ez jî endamê Sendîqaya Misirê ya pîşeyên sînameyî bûm. Bi rastî hinekî ez poz bilind bûm. Min digot wê min hilgirin ser milan ma çawa na? Hejmara sînemagerên Kurd 30’an jî 50 kes derbas nake ez ji hejmarê ne bawer im lê wek mînak ez didim.

Piştî ku min bawernameya zanîngehê û kopiyek ji endamtiya Sendîqaya Misirê de ji wan re pêşkêş kir, tiştek ecêb ji min xwestin. Gotin ka berhemên te di warê sînemageriyê de çine. Bi rastî ez matmayî mam. Min got ez ji zanîngehê derçûme, min tiştek ne kişandiye. Gotin daxwaza wan tiştek rûtîn e. Min di dilê xwe de got temam kesê ku di sînemageriyê de dixwîne gelek hêsan e, herî kêm dê derhêneriya 2 yan jî 3 fîlman kiribe. Zêdetirî 10 fîlman de wek derhênerê alîkar ê yekemîn an jî duyemîn kar kiribe, ev jî eger di warê televizyonê de kar nekiribe. Min ji wan re fîlmên  min tê de kar kirine vegotin. Lê tişta ku heya niha min fam nekiriye kesê ku 5 salan rexnegeriya sînemayê xwendî be dê çi bike? Gelo divê çi bike heya ku wek hunermendekî di sendîqayê de were qebûlkirin an jî dê daxwaza wî ji ber nebûna fîlmên wî were redkirin?

Ev di sala 2015`an de bû lê heya roja me ya niha ez nebûme endamê Sendîqaya Hunermendan. Sedem jî şerê li dijî DAIŞ`ê û nebûna budceya komkirina şandeyekê ji parêzgehên Kurdistanê bû, da ku endemtiya min nîqaş bikin.

Ez bawer im ku ji mentiqê dûr e heya tu endamtiya sînemagerekî akademik erê bikî pêwîst e ku şandeyek hebe. Gelo şande kî ne akademî yan jî çêkerên fîlman yan jî rêzefîlman, vîdyokîpan ne, bûne hunermend an jî stranbêjin?"

Îdeolojiya fikrê sînemageriyê hîna tune ye

Girêdayî mijarê Hozan Ebdo ev tişt anîn ziman: “Tevliheviyek di makenîzmeyê de heye, gelo berpirsyar kî ye? Erê rast e Wezareta Çandê ye. Lê ruxmî van pirsgirêkan, bîrokrasî û dizînê min gelek fîlmên Kurdî girîng derhêner kirin. Derbasî qada navdewletî bûn, mînak fîlmê bi navê `Diyab`.

Li Kurdistanê du mihrîcanên mezin li dar ketin, Mihrîcana Dihok û Silêmaniyê tevî Mihrîcana Hewlerê û mehrîcanên biçûk. Li Rojava û Bakurê Sûriyê Mihrîcana Efrînê ya Kurtefîlman û Mihrîcana Rojava û Mihrîcana Kobanê.

Tevî biserketina van mihrîcanan lê serkeftina wê tenê di warê lêçûnê de û teşeya xweşik bû. Îdyolojiya fikrî ya sînemageriyê tune bû. Tişta ku min fam nekiriye ew e ku çawa sê mihrîcan li sê parêzgehan li herêmek biçûk li dar dikevin û navaroka hemûyan yek e. Gelo ya baştir ne ew bû ku navaroka her mihrîcanekî cuda bûya? yanî yek ya fîlmên dirêj, yek kurtefîlm û yek jî anîmêşin bûya. Bi vê yekê ast û qîmeta her mihrîcanekî hebûya.

Wezareta Çandê jî ji vê aloziyê berpirsyar e. Dibe ku agahiyên rewşenbîran li ser vê nîn be,wê demê çima wezareta akademisyenan kom nake ku karibin vê aloziyê derbas bikin. Du kes hene ez wan nas dikim. Master di hunera şanogeriyê de qedandine û asta wan pir baş e. Ew ji Kurdên Iraqê ne. Ez mamosteyekî Kurd yek din di sînemageriyê de nas dikim. Bi xwe Kurdê Iraqê ye li Rûsyayê. Heger em bangî kurdên din nekin, wê demê wê wezaret wan nas neke, ji ber vê yekê divê werin vexwedin û bi wan re xebat were meşandin.

Diyardeya partîtiyê di sînemayê de

Ebdo girêdana bi partiyan û wesyatên siyasî wek astengî li pêşiya pêşketina sînemageriya Kurdî dibîne û wiha berdewam kir: "Mihrîcanên Kurdî taybemendiya partîtiyê digirin ser xwe. Pirsa ku xwe di vir de dide pêş gelo çima boneyên partîtiyê bi destpêkirina mihrîcanê ve têne girêdan? Gelo şert û mercên teknîkî yên mihrîcanê tune ne? Di mihrîcana Dihokê de Nêçîrvan Berezanî girêdayî sînemayê xîtabekî dide û di Mihrîcana Silêmaniyê de Mele Bextiyar.

Gelo berpirsê girîng ku divê di mihrîcanê de hebe kî ye? Ez behsa wezîrê çandê dikim di her du beşên Rojava û Başûr de. Gelo ji mentiqê ye ku siyasetemdarek rewşa sînamegeran nîqaş bike? Lê divê sînemager wan siyasetmedaran di fîlmên xwe de rexne bikin û şaştiyên wan ji gel re nîşan bidin? Gelo divê em spasiya wan bikin ji ber ku desteka sînemayê dikin lê gelo ev erka wan e?

Ev rewşa sînemaya Kurdî ji zayînê ve heya felcî û partîtiyê û ji bizewqgirtinê heya hilweşînê! Her wiha divê ez bal bikşînim ku di wan mihrîcanan de komîteyên pispor ji bi nirxandina fîlman tune bûn. Fîlm bi rêya enternêtê bi lêgerînê besît têne vexwendin. Dibe ku ew fîlm di mihrîcana Berlînê têne qebûlkirin. Pirsgirêkek mezin di vir de dertê holê, siyaseta sînemageriyê di avakirina nêrîn û fikrê sînemagerî de di mihrîcanan de tune ye. Di vir de ez tiştekî pirs bikim, eger Endrê Terkoviskî hîna sax bûya û fîlmek ji fîlmên xwe yên nostalijî şandiba, gelo komîteya tehkîmê wê fîlm pêşwazî bikira yan jî  têghiştina navaroka fîlmê? Girêdayî berhemdana fîlman, mirov nikare fam bike gelo çawa derhênerek desteka wezareta çandê bê pêşbazî girêdayî sînaryoya fîlmê yan jî şêwaz û makenîzmeya pêşkêşkirina navaroka fîlmê bigire? Yan tu girêdayî partiyekî bî yan jî kurê kesayetek berpirs bî, gelo wê kesên serbixwe çi bikin?!"

Ebdo destnîşan kir ku ji bo pêşxistina Sînemaya Kurdî û ji ber ku têghiştiye pirsgirêka rastîn a sînemaya Kurdî dixebite. Ji ber ku di nêrîna wî de civak bi sînemayê pêş kêş dike, gelek mînak di vî warî de hene. Sînema hindek civak pêşxistin û bû sedema hilweşîna civakên din.

Di dawiyê de derhênerê sînemagerî Hozan Ebdo bal kişand ser tevî rewşa sînemaya Kurd, lê gelek fîlm Kurdî girîng ji hêla çêkerên girîng ve têne amadekirin. Ew bawer e ku hunera rastîn namire û dê mîratek çandî ji welat û nîfşan re bidome.  Têkildarî tunebûna çanda sînemageriyê li gel civaka Kurd, Ebdo destnîşan kir ku siyasetên çewisandinê yên ku li ser gelê Kurd de hatine kirin, xizantî û hişmendiya civakê ya peydakirina jiyanek baş tenê di hindek beşên xwendinê de sînordar e û bûn sedema vê rewşê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din